Nûnerê Rêvebeiriyê revand û dersînor kir

În 1 Cotmeh 2021 - 01:45

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyeyê yê Hewlêrê, Cîhad Hesen ev 112 roj bûn ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin. 

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyeyê yê Hewlêrê, Cîhad Hesen ev 112 roj bûn ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin. PDK’ê niha ew dersînor kir û Hewlêr jî lê  qedexe kir.

Cîhad Hesen 10’ê Hezîrana 2021ê, dema li gel Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, saet di 03.00’an de PDK ew li Balafirgeha Hewlêrê revandibûn.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku hincetek bê nîşandan, ev 112 roj bûn revandî û girtî bû.

Li gorî agahiyên ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine girtin, PDK’ê pêr êvarê Cîhad Hesen dersînorî Rojavayê Kurdistanê kir. PDK’ê çawa ku li kesên mirovan birevînin, bê, nasname û tiştên wî yên taybet nedanê û ketina Hewlêrê jî lê qedexe kirin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.