Numûneyeke biryardarî û helwêstê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 15 Hezîran 2021 - 06:18

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û ragihand, Guler Yûrdakûl (Delal) ku salên dûr û dirêj cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt, li bajarê Malmedy ê Belçîkayê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêya me Delal (Guler Yûrdakûl) ku salên dûr û dirêj xizmet ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re kir, li bajarê Malmedy ê Belçîkayê ku demeke dirêj lê dihate dermankirin, şehîd bû. Hevrêya me Delal ku îdîaya sosyalîzmê û biratiya gelan bi biryardariya azadiyê ya jin û gelê Kurd re kir yek, ji çiyê heta zindan û bajaran têkoşîna xwe ya azadiyê bêtawîz meşand. Em ê jî li ser şopa wê bin. Bersiva me ya herî mezin a ji bo şehadeta hevrêya me Delal wê serxistina rêya wê be."

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate ragihandin ku Guler Yûrdakûl sala 1960'î li gundê Cîbîn ê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ji dayik bûye û hate gotin, "Dema ku li Dîlokê diçû Lîseyê Apoyî nas kir. Bêdudilî fêhm kir ku xeta demokrasî, sosyalîzm û azadiyê ya ji bo gelên Tirkiyeyê, xeta Apoyî ye û tevlî nava têkoşînê bû. 

Di zindanê de ji ber êşkenceya lê hat kirin xisar li mejiyê bû. Ev birîna wê nekewiya û her axivî. Lê wê her têkoşîna xwe dewam kir. Li çiyê û li Ewrûpayê xebatên xwe domandin. Lê her çû nexweşiya wê giran bû.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.