• Şandeya jinan Şengalî li Silêmanî, teqîna li Minbicê, agirê pirêzeyan û teqîna li mexmûrê

Jinên Şengalê bi jinên Gorran re civiyan

Şandeke jinên Şengalê ji ber lihevkirina PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê, bi şandeke jinên Tevgera Gorran re, li Silêmaniyê civiya. Piştî civînê Hevseroka Meclîsa Xwerêveberiya Şengalê Leyla Qasim daxuyaniyek da û got; “Divê piştgiriya Êzidiyan were kirin. PDK dibêje, ne me lihevkirin li ser Şengalê kiriye. Dibêje, Hikûmeta Herêmê kiriye. Bê guman YNK û Tevgera Gorran jî di nava hikûmetê de ne. Me ji Tevgera Gorran xwest helwêsta xwe ya zelal bike.” Piştî wê endama Civata Giştî ya Tevgera Gorran Dr. Rêzan Ehmed got; “Îro emê vê pirsê bigihînin rêveberên giştî da ku ew jî helwêsta xwe nîşan bidin.”

SILÊMANÎ

 

Li Minbicê 4 kes birîndar bûn

Li navenda bajarê Minbicê, mayinek bi wesayîtekê de teqiya û di encamê de 2 jê jin 4 sîvîl birîndar bûn. Li gorî agahiyan, li garaja bajarê Minbicê ya qerebalix, mayînek di hundirê wesayîtekê de teqiyaye. Di encama teqînê de Fadile Îsa El-Himedê ya 50 salî, Emîne Abdull Azîz a 40 salî, Mihemed Ebedî yê 40 salî, Heyil Îsa El-Himedê yê 35 salî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Emel ya bajarê Minbicê. Hêzên ewlekariya hundir derbarê teqînê de lêkolîn dane destpêkirin.

MINBIC
 


Ji pirêzeyan dest pê kir

Agirê pirêzeyan beriya bi 4 rojan li devereke bi zil a navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, dest pê kir. Vî agirî girte derdorê û hîna jî nehatiye vemirandin.
Agirê pirêzeyan li gundê Vezîrava yê navçeya Geverê hat pêxistin, lê li derdorê belav bû û hîna jî dewam dike. Ji ber kes dest li şewatê wernade, agir girtiye herêmên bi zil ên gundên Befirca û Memberê jî.

COLEMÊRG 

 

Bavek tevî du kurên xwe hat kuştin

Li navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê, di encama teqîna bombeyekê de 3 kesan ji yek malê jiyana xwe ji dest da. Kesekî din jî birîndar bû. Yek kesên kuştî bav û herduyên din jî kurên wî bûn. Li gundê Xerbanî Qerac a ser bi Mexmûrê doh danê sibehê dema ku bav û 2 kurên xwe diçûn nava zeviyên xwe, bombeyek bi wesayîta wan de teqiya. Di encamê de bav û herdu kurên xwe jiyana xwe ji dest da. Ji ber heman teqînê kesekî din ê di nava heman wesayîtê de jî bi giranî birîndar bû.

MEXMÛR