Nûbihar cara 170’an derçû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 6 Adar 2025 - 00:30

Kovara Nûbiharê cara 180’an derçû. Kovar di vê hejmara xwe de jî bi mijarên cuda daketiye û gelek nivîsên hêja weşandiye. 

Di vê jimarê de M. Zahir Ertekin bi navê “Geştek li nav Dîwana Behmûrî” li ser Dîwana Behmûrî nivîsiye. Mela ‘Ebdurrehîm İnanç (Behmûrî) helbestên xwe bi terzê klasîk dinivîse. Di dema îro de şairên bi vî terzî dinivîsin kêm in. M. Zahir Ertekin dibêje ku Behmûrî, mijarên ‘eşq, hesret û firqeta ji yarê, hezkirina Pêxember (s.), niştimanperwerî, tesewuf û hin cureyên din bi hostayî bi kar anîne. Ertekin wiha gotiye: “Ev dîwan, wek gelek berhemên klasîk ên edebiyata Rojhilata Navîn, di bin bandora kevneşopiya helbestvaniya Farisî û Erebî mabe jî, lê bi reng û dengê xweserî yê Kurdî xemilandî ye.”  

Ahmedê Hepo li ser Bariyê Bala nivîsiye. Ahmedê Hepo li heyatê ye, li Azerbaycanê dimîne. Bariyê Bala sala 1937an li gundekî Ermenistanê tê dinyayê; sala 2020an de jî li Qazaxîstanê, Alma Atayê 84 saliya xwe de wefat dike. Ev qedera me ye. Çima bi sedan rewşenbîr û nivîskarên me li xerîbiyê; belkî jî di perîşaniyê de wefat dikin? Ev mijareke din e; lê heqîqeta me ye. Ahmedê Hepo Bariyê Bala sala 1960î nas kiriye û hevaltiya wan heta wefata Bala dewam kiriye. 

Hanifi Taşkın Adil Begê Miksî kiriye mijara nivîsa xwe. Adil Beg sala 1931ê de, di 33 saliya xwe de tê kuştin. Di wî umrê xwe yê kurt de navek meşhûr li pey xwe hiştiye. Nihat Gültekin çêkirina tirba Ehmedê Xanî kiriye mijara nivîsa xwe. Di vê jimarê de Tehsîn Îbrahîm Doskî sê xezelên Hafizê Şîrazî ji Farisî wergerandine. Hekîm Meretoyar jî ji Herêma Sasûnê çend stranên kurt berhev kirine.  

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Nevzat Eminoğlu, Sabri Akbel, Newzad H. Wezîr, Eyşana Beravî, Mizgîn Ertaş, Mustafa Ertaş, Wehab Mistefazade, Mela Muhemmed Gulnar, Xortê Nazik, Mustafa Karadağlı, Bedirhan Epözdemir, Dilazad A.R.T, Dawid Aram, Rojbîn Ozkan, Ahmet Gemi û Ozan Serhedî di vê jimarê de cih girtine. Şairên vê jimarê jî wisa rêz bûne: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Hebîb Akbaş, Asyah Goyî, Mihemed Elî Bayram, Sidîq Gorîcan, Eyşana Beravî, M. Ebdulhemîd Mendanî, Kevok Mizgîn, Mistefayê Gewrê, Sabrî Akbel, Muhammed Bozkoyun, Mustafa Işık, Mîna Aqil, Alî Yusuf Rengvermez, Bedirhan Epözdemir, Mehmet Çalışci û A. Rahîm Kılıç. Hevpeyvîna vê jimarê Paşa Amedî bi nivîskar Mehmet Öncü re çêkiriye. Mehmet Öncü bêhtir berhevkariya folklorê, wekî din jî heta niha di gelek waran de berhemên Kurdî nivîsandine. Di vê hevpeyvînê de behsa xebat û tecrûbeyên xwe kiriye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.