Nûbihar bi ‘Efsaneyên Kurdî’ daketiye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Çile 2025 - 00:29

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 169'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser efsaneyên kurdî amade kiriye.

Ev hejmara Nûbiharê ya payîza 2024'an e. Hinek dereng derketiye loma jî edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa edîtorî de gotiye, "Mixabin em bi jimareke derengmayî li pêşberî we ne. Di van 3-4 mehên dawîn de wekî weşanxane em beşdarî çend fûaran bûn. Di temamê sala 2024'an de, em beşdarî 10 fûaran bûne. Bivê-nevê ji bo her fûarê amadehiyên me yên taybet çêbûn. Di van çend mehên dawîn de me gelek pirtûk jî gihandin fûaran. Salnama sala 2025'an jî derketina wê rastî heman demê hat. Ji ber van sedeman mixabin ev jimar dereng ma."

Efsaneyên Kurdan
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe bi navê "Baqek ji efsaneyên kurdan; Penase-Senifandin-Berhevkarî" amade kiriye. Doç. Dr. Kenan Subaşi edîtoriya dosyayê kiriye.
Di dosyayê de ji gelek herêmên kurdan li ser efsaneyan nivîs hatine belavkirin. Di gel destpêkeke pênaseyî ya efsaneyan ku Kenan Subaşı nivîsîye, Mizgîn Çetinkaya li ser çanda zêwan û efsaneyên li dor wan li Kerboranê, Sultan Çetin efsaneyên li Gundê Seleta Jorîn ya Bismilê, Halime Bozkurt efsaneyên li Amedê, Suna Gokalp efsaneyên li Hekariyê, Ata Akin û Hakim Bagi jî efsaneyên li Herêma Hezexê berhev kirine û bi van xebatên xwe ked dane dosyeyê.

Nivîsên din ên kovarê
Ji bilî dosyayê gelek nivîs û helbest jî hatine belavkirin. Ji van, Ozan Serhedî bi sernavê "Ji herêma Panosê dengbêjekî navdar: Dengbêj Miraz" li ser jiyana wî nivîsek amade kiriye. Mela Xelefê Bafeyî "Eşîra Goveyiyan" nivîsiye. Nihat Gultekin jî wekî hejmarên din bi hevpeyvînek xwe di dosyayê de cih girtiye. Gultekin ligel yek ji kurdên Kafkasyayê bi rojnameger Leyla Cildergûşî hevpeyvîn kiriye. Cildergûşî dibêje, "Xerîbî zor e..."

Ji bilî van Rojen Barnas, Berken Bereh, Hêmîn Omer, Kevok izgîn, Yunus Dilkoçer, Felat Dilgeş, Hayrullah Acar, Wehab Mistefazade, Sidîq Gorîcan, Ebru Yilmaz, Mehmet Çalişci, Silêmanê Hesen, Jiyan Homer, Fehedê Herbo, Şehadet Sarigul, Mîrşem Koçer, Lokpan Polat, Xortê Nazik, Dildar Zeynel, Seyyid Rissînî bi nivîs, helbest, wergeran ked dane vê hejmarê.

Ji bo têkilî:
0212 519 00 09
info@nubihar.com

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.