Nobeta ji bo rawestandina êrişan
Şemî 3 Îlon 2022 - 00:33
Şêniyên herêma Cizîrê li pêşiya Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Beşdaran heta rizgarkirina herêmê ji dagirkeriya Tirk, soza piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî da.
Hêzên Parastina Civakî-Jin, bi hevkariya Kongra Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bi daxwaza girtina qada hewayî, 12`ê Tebaxa bihurî çalakiya konvedanê da destpêkirin.
Doh di roja 22`yan a çalakiyê de endamên HPC`ê yên navçeya Amûdê û bi dehan kesên ji Qamişloyê tevlî çalakiyê bûn.
Endamê rêveberiya HPC`ê ya navçeya Amûdê, Mihemed Hisên got, "Armanca me ew e ku wijdanê mirovahiyê bilive û dengê me bigihêje rêxistinên mafên mirovan da ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin."
Mihemed Hisên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serketinê da.
Endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî-Jin, Nûra Gîlo jî got, "Ji balafirên bêmirov ên Tirkiyê re ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî çavên civaka navneteweyî zarok û jinan dikin armanc, êdî bes e."
Nûra Gîlo bal bire ser bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hemberî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev pirs kir: "Ka rêxistinên parastina mafên mirovan? Tirkiye çekên NATO`yê bi kar tîne û pê sivîlan dike armanc, çima li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewqas sûc pêk tên?"
Nûra di dawiyê de got, ew ê piştgiriya hêzên leşkerî bikin û têkoşînê heta rizgarkirina xaka dagirkirî xurt bikin. ANHA/QAMIŞLO