Nobeta ji bo Efrînê li Berlînê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 8 Mijdar 2021 - 23:08

  • Înîsiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê, ji bo sûcên qirkirinê yên li Efrînê li dadgeha navneteweyî bêne dadgehkirin, li Berlînê dest bi nobetê kir.

Înîsiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê, ji bo sûcên qirkirinê yên li Efrînê li dadgeha navneteweyî bêne dadgehkirin, li Berlînê dest bi nobetê kir.

Înîsiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê 22'yê Tebaxê bi beşdariya 80 aktîvîst, rewşenbîr, akademîsyenên Efrînî yên li derveyî welat, bi kongreyekê hate ragihandin. Înîsiyatîf niha li paytexta Elmanyayê Berlînê dest bi çalakiya nobetê kir. 

Çalakiya nobetê li Brandenburger Tor, bi beşdariya mexdûrên ji Efrînê û xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Wan bi pankartên xwe êrişên dewleta Tirk ên li Efrînê rûreş kirin.

Nobetdaran bang li civaka navneteweyî kir da ku qirkeriya li Efrînê rawestîne, ji bo dawî li gefên dagirkeriyê bê anîn li dijî dewleta Tirk bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Înîsiyatîfê ragihand ku çalakiya li Berlînê destpêk e û heta bigihêjin armanca xwe wê çalakiya wan dewam bike.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.