Parlamenterê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti), Ferît Şenyaşar got, "Di dema çalakiya me ya nobetê de 31 lêpirsîn li dayika min, der heqê min de 14, bi giştî 45 lêpirsîn hatin vekirin. Bi hinceta dayika min heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye, cezayê pere lê hatiye birrîn."

Ferît Şenyaşar li Meclîsê, têkildarî cezayê pereyan ku li dayika wî Emîne Şenyaşar birrîne, civîna çapemeniyê li dar xist. 

Şenyaşar bal bire ser hûrgiliyên têkoşîna edaletê ya xwe û dayika xwe û got, heta edalet bi cih neyê, ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.

Şenyaşar destîşan kir ku seranserî nobeta edaletê ku li ber Edliyeya Rihayê girtine 3 wezîr hatine tayînkirin û got, “Dema me nû dest bi nobeta edaletê kir, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bû. Dema li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê têkoşîna dayika min ji Abdulhamît Gul hatibû kirin, wî jî gotibû, ew ji ber vê rewşê xemgîn e û meseleyê dişopîne. Paşê jî Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin. Bekîr Bozdag tê Rihayê. Bozdag bi Serdozgerê Rihayê re hevdîtinê wê bike. Bekîr Bozdag di deriyê ku dayika min li berê nobetê digire, nakeve hundirê edliyê. Serdozgerî ji bo vê meseleyê çareser bike, li pişt avahiya edliyeyê deriyekî nû vedike û Bekîr Bozdag di wî deriyî re ketiye hundir û derketiye. Raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê têkoşîna dayika min dişopîne û ev têkoşîn li ber edliyeyê dewam dike. Niha jî Wezîrê Dadê yê nû hat tayînkirin. Em bang li wezîrê dadê dikin da ku wezîfeya xwe bike. Em wî vedixwînin ku xwedî li sonda xwe derkeve.”

 

Wê bibe dengê li dijî neheqiyan

Şenyaşar anî ziman ku, divê Wezîrê Dadê yê nû demildest bi doza Malbata Şenyaşar re elaqedar bibe û got, “Em dixwazin, ev rewşa bêedaletiyê demildest ji holê bê rakirin. Ez vê banga lezgîn li Wezîrê Dadê dikim; dayika min 67 salî ye û êdî nikare xwe li ser pêyan bigire. Dayika min dibêje, ‘heta ku edalet bicih neyê, ez ê ji ber Edliyeya Rihayê neçim’. Em jî bang li Wezîrê Dadê dikin; Ji kerema xwe bi awayekî lezgîn wezîfeya xwe bikin. Em dixwazin rewşa bêedaletiyê were bidawîkirin.”

Şenyaşar da zanîn ku, li Meclîsê ev daxuyaniya wî ya ewilî ye û wî ev daxuyanî ji bo xatirê têkoşîna dayika xwe daye û got, di demên pêş de ew ê bibe dengê li dijî bêedaletiyên li Rihayê.