Nobeta dijî qeyûm kete roja 35’an

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 00:05

Li Stenbolê nobeta dijî talangerî û dagirkeriya qeyûm ya bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di roja 35’an de dom kir. Di nobetê de peyam hate dayin dijî rejîma qeyûm wê têkoşîn were domandin.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 35'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobetê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.

Hevserokê DEM Partiya Navçeya Esenlerê Mehmet Unal ewilî di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku bi salane vîna gelê Kurd tê înkarkirin û rayedarên desthilatdariyê behsa demokratîkbûnê û aştiyê dikin lê rastiya çareserkirina pirsgirêka Kurd û vîna gelê Kurd ji nedîtî ve tên.

Hevseroka DEM Partiya Navçeya Ataşehîrê Zeynep Kuloglû jî axivî û diyar kir ku her kes mecbûr e rêzê ji vîna gelê Kurd re bigire.

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Esenyûrtê Abdullah Arinok jî axivî û xwest pirgirêka Kurd bi şiklê demokratîk were çareserkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Beyoglûyê Arîf Yilmaz jî axivî û destnîşan kir bi înkarkirina vîna gelê Kurd û şer kes nikare jiyanek aştiyane ava bike.

Akîvîsta TJA'yê Hanim Kurum û Hevberdevkê HDK'a Stenbolê Alî Bal jî axivîn û gotin ew beşdarî "Meşa Rêzgirtina ji Vînê re" ya Colemêrgê bûne û meş bajêr bi bajêr bi coş bi dawî bû.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.