Li bajarê Fransayê Strasbourgê li meydana ku saziyên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) lê Nobeta ji Ocalan re Azadiyê ji nû ve dest pê kir. Ji ber tevdîrên li dijî şewba koronayê, nobetê nekarî dewam bike. Piştî sistkirina tevdîran, nobetê li meydana ku Komîsyona Ewrûpayê, Parlamena Ewrûpayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û CPT lê, ji nû ve dest pê kir.

Çalakiya nobetê 25´ê Hezîrana 2012´an li heman cihê dest pê kiribû, û ev 9 sal in dewam dike. Ji ber tevdîrên krîza koronayê (Covid-19) ji Mijdara 2020’an ve navberek hat dayîn. Piştî sistkirina qismî ya tevdîran, çalakiyê dewam kir. 

Çalakger li Strasbourgê 7 rojan saet ji 08:30´î heta 17.00´an nobetê digirin. Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên cihê bi dor vê çalakiyê dikin. Piştî ku komek hefteyekê nobeta xwe temam dike, nobetê dewrê komeke din dike. Vê hefteyê çalakger ji Strasbourgê ne. Îsmaîl Gumuş, Ronî Çewlîg, Zana Best, Aram Semsûr vê hefteyê nobetê digirin.

Bila Ewrûpa bi dewra xwe rabe

Li ser navê komê Zana Best peyivî û got, ew bi çalakiyê berxwedana dîrokî ya tevgera Azadiya Kurd û Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin û durûtiya kapîtalîzmê nîşan dide. Ew dibêje, miletê Kurd bi vê çalakiyê peyameke dîrokî dide saziyên Ewrûpî. Wî got, gelê Kurd heta ku azad bibe û têkoşîna xwe dewam bike. Wî got, rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan ne bes e û divê Ocalan fizîkî azad bibe. Wî desteka xwe jî ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê jî silav kir. Wî xwest saziyên Ewrûpayê peymanên xwe yên di vî warî de bi cih bînin û bi dewra xwe rabin.

STRASBOURG