Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi komeke nû dewam dike. Nobedarên hefteya 433'an koma ji 4 welatparêzên Kurd ên ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ye.
Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew çalakiya xwe ya nobedê bi biryardariya ji bo azadiya Rêber Apo didomînin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo di sala 22'an de ye û hate gotin, hêzên tarî yên tevlî komployê bûn bi ser neketin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN