Nîvî bi nîvî nabe

Çarşem 21 Cotmeh 2020 - 22:59

  • Nivî bi nivî' çênabe, nabe yanî. Ew kesên di rêveberiyê de, di nav meclîsan de tev hatine hilbijartin. Sîstemeke me ya demokratîk heye. Divê em rêzê nîşanî vê bidin. Wisa be, ew îş nabe. Ha ez eşkere dibêjim 'nîvî bi nîvî' nabe.

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl derbarê Diyaloga Kurd- Kurd de ji Ronahî TV re axivî û got, ENKS li ber sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û Hevseroktiyê radibe. Xelîl diyar kir ku piştî serdana dawî ya ENKS’ê bo Tirkiyê, helwêsta wê hatiye guhertin û daxwaza nîvî bi nîvî parvekirinê dike û nabe ku ev daxwaz bên qebûlkirin.
Ev demeke ji bo yekîtiya aliyên Kurd, PYNK û ENKS di nava danûstandinan de ne.
Hema bibêje, li ser gelek xalan lihevkirin çêbûbû û Lêvegera Kurd a Bilind ber bi dawiyê ve diçû. Lê bi carekê ENKS’ê helwêsta xwe guherî û hin şertên nû avêtin meydana danûstendinan; yek ji van perwerdeya bi Kurdî ye, ya din sîstema hevseokatiyê ye û ya din jî israra betalkirina demokrasiyê bi rêya nivî bi nivî parvekirina erk û desthilatan.
Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl ji Ronahî TV re di bernameya Bûyer de ji Mihemed Seydî re peyivî û got, ENKS’ê li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û hevserokatiyê derdikeve.

Aldar Xelîl: Sîstema hevserokatiyê encama destketiyên şoreşê ye

Aldar Xelîl destnîşan dike ku ENKS’ê ji bo razîkirina dewleta Tirk daxwaza rakirina sîstema hevserokatiyê dike, divê destketiyên Şoreşa Rojava bên parastin. Xelîl wisa peyivî: "ENKS dibêje ya 'nîvî bi nîvî' ya 'ez qebûl nakim'. 'Nîvî bi nîvî' çênabe, nabe yanî. Ew kesên di rêveberiyê de, di nav meclîsan de tev hatine hilbijartin. Bi hilbijartinê hatine. Bi çi mafî em ê bên, te dî çend welatên dîkatator hene, tenê ji jor ve çend kes hene, hema her tiştî ew dikin, em ne wisa ne. Sîstemeke me ya demokratîk heye. Divê em rêzê nîşanî vê bidin. Wisa be, ew îş nabe. Ha ez eşkere dibêjim 'nîvî bi nîvî' nabe."

Garantor ecêbmayî man

Aldar Xelîl dibêje, garantorên "vî îşî jî matmayî mane", wan gotiye, "Ma ne me qedand, me ew derbas kir" û wiha dewam dike: "Hinek tişt hene ne mijara partiyan e, mijara sîstemê ne. Ew sîstem bi xwîna 12 hezar şehîdan çêbû. Ew ne tiştekî wisa ye ku em rabin li ser bazaran bikin. Destektiyek e, tiştekî baş çêbûye. Tu yê çima rabî vê xera bikî. Gavin hatine avêtin gere em wan biparêzin. Em paş de venegerin. Ma ji bo ez û te tifaqê bikin, divê ez vê desketiyên xwe tevde xera bikim."

Perwerdeya bi Kurdî naxwazin

Aldar Xalîl agahiyeke ji sosret û sosirmetan û wêde jî dide, "Niha jî tiştekî din dixin rojeva me. Dibêjin, perwerdeya li wir tê meşandin bisekinînin. Dibên, ew perwerde nema itiraf pê tê, bila perwerdeya rejîmê vegere. Kî şîretan li wan dike! Ka çi berjewandiya te tê de heye ez perwerdeya niha bisekinînim! Ma ne desketiyek e, me di xewn û xeyalên xwe de dîdit. Me digot, ka Kurdistan çêbe, em ê perwerdeya xwe bi zimanê xwe bikin. Ê, wa perwedeya te çêbû! Tu çima dixwazî vê biguherînî. Dibê, ne ma itiraf pê tê. Ma ne tu tiştekî israr bikî, ji bo wê têbikoşe. Xuya ye şaş fêhm kirinê, ew dibên qey, hinek itirafê pê bikin paşê tu yê bikî. Wisa çênabe. Carna mirov matmayî dimîne, miroj dipirse ka ew biraderan çi dixwazin, tirî dixwazin an nehtor dikujin. Tiştek tê avakirin, rast e kêmasî hîn hene, hîn hin tişt temam nebûne, hîn em di nav agir de ne. Hîn alem dixwaze li me bixe. Ma wisa, ew ê mafê Kurd û Kurdistanê pêk bînin? Bila derdê wan ne ew be ka li welatên din tê qebûlkirin an na, derdê te bile ew be di perwerdeyê de çi didin zarokan."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Divê mafê perwerdê hebe

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, Rohat Salih Xelîl nerazîbûn nîşanî helwêsta ENKS’ê ya li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî da û got, ew li dijî guhertina sîstema perwerdeyê ne û mafê her netewekê heye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bi rêxistin bike.
Piştî ku endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl ji Ronahî TV re got, ENKS li şûna perwerdeya bi zimanê Kurdî, perwerdeya rejîma Baas dîsa dixwaze, Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Rohat Salih Xelîl got, "Nabe pergala perwerdeya Kurdî li vir were rakirin. Mafê her netewekê ye ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibe".
Girêdayê mijara branşan, perwerde û civînên bi UNICEF’ê re jî, Rohat Salih Xelîl diyar kir ku ji bo naskirina perwerdeya Rêvberiya Xweser li asta cîhanî, ew hevdîtinên xwe didomînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.