Li Germiyanê kampanyayên alîkariya ji mexdûrên erdhejê re, berdewam in.

Li bajarokê Kelar ê Îdareya Germiyanê ji bo komkirina alîkariya ji mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê re, bi pêşengiya çalakvan, welatparêz, jin û ciwanan 3 kampanya hatin destpêkirin.

Kampanya Encûmeniya Hevkariya Germiyanê sindoqa alîkariyê li nava bazara bajarokê Kelarê danî. Li ser vê pêngavê, yek ji organîzatorên kampanyayê Niyaz Mihemed ji Rojnewsê re got, “Ji bo ragihandina piştgiriya xwe, me kampanya da destpêkirin. Divê em alîkariya hev bikin. Ji ber ku ev ezmûn ji bo Kurdan ne nû ye. Ji dema hebûna Kurdan ve, ev ezmûn dubare dibin. Destpêkirina kampanyayan li seranserê bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê jî, dubarekirina yekrêzî û hevdengiya li gel parçeyên din ên Kurdistanê ye.”

 

Em xelkê xwe ji sefaletê rizgar bikin

Heman demê de duh ji aliyê hinek rêxistinên Germiyanê ve li Mala Xêrxwaziyê ya Hacî Ahu kon hat vedan û bi dirûşmeya ‘Germiyan hertim li gel mexdûran e’ alîkarî tê komkirin. Li ser kampanyayê yek ji organîzatorên kampanyayê Hogir Mukerem ji Rojnews’ê axivî û got: “Kampanya me wê 4 rojan bidome. Daxwaz ji xelkê Germiyanê dikin ku li ber bangawaziyan rabin û xwişk û birayên xwe yên li Bakur û Rojava ji sefaletê rizgar bikin.”

Her wiha Rêxistinên Rabîte, Hana û Bextewerî bi heman awayî li ber Baregeha Yekgirtû ji bo komkirina alîkariyê kon vedane.

 

Li Teqteq jî kampanyayê destpê kir

Bajarokê Teqteq ê ser bi Koyê jî yek ji cihan e ku kampanya alîkariyê lê tê meşandin.

Pirraniya xelkê bajarok ji bo alîkariyê berê xwe didin cihên kampanyayê.

Piştî kareseta erdheja ku bandor li gelek bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir, li seranserê bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê yên weke, Silêmanî, Hewlêr, Raperîn, Germiyan, Koye, Kerkûk, Dûzxurmatû û Qeladizê kampanyayên alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê re hatine destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN