Cîgira serokê Komîteya Emerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza got Komîteya Emerîkayê ya Parastina Azadiya Olan (USCIRF) li hikumeta DYE`yê pêşniyaz kir ku divê Rêveberiya Xweser di tevahî çalakiyan de li gorî biryara NY’yê ya bi jimara 2254’an di dan û standinên Cinêvê de beşdar be. 

Nadine Maenza diyar kir ku pêwîst e, hikumeta Emerîkayê stratejiya xwe ya tabyet a li Sûriyê biguhere û got: ”Ne pêkan e ku nirxên opozîsyona Sûrî û yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê heman bin an jî ew bibe paşeroja Sûrî. Li Sûrî Rêveberiya Xweser hikumeta serketî ya tekane ye.”

Nadine Maenza di hevpeyvînekê li gel ANHA`yê de got; “Ez avabûna Rêveberiya Xweser li herêmên erebî yên xwedî taybetmendiyên olî piştî ku ji DAIŞ`ê rizgar bûn, bibînim tiştek gelek xweş e. Pirrengiya nejadî, wekheviya di navbera her du zayendan de li ser tevahiya astan, beşek nayê parçekirin ji vê rêveberiyê ye. Li ser asta gel ev demokrasî rê dide gel ku nêrînên xwe parve bikin. Ev yek jî li Rojhilata Navîn, rêveberiyeke nû ye.”

USCIRFʼê ji hikumeta Emerîkayê re pêşniyaz kir ku ji aliyê siyasî ve bi Rêveberiya Xweser weke hikumeteke herêmî û rewa itîraf bike.

ANHA/QAMIŞLO