Nîjadperestî tê ferzkirin
Çarşem 2 Tîrmeh 2025 - 03:00
Siyasetmedarên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kirin ku li Sûriyeyê divê pergaleke ne nenavendî bê avakirin û gotin nîjadperestî tê ferzkirin.
Digel tevliheviya ewlehî û rewşên qetilkirina dubare metirsiyên der barê rewşa siyasî ya Sûriyeyê de zêde dibin. Rewşa li Sûriyeyê girêk e û kesên wê kontrol dikin xwedî fikra îslama siyasî ne, weke rewşa hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Sûrîyeyî xwe di navbera vê rêbaza hişk û rewşa ewlehiyê ya xerabûyî de asê dibînin.
Têkildarî mijarê, siyasetmedarên ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bal kişand ser pêwîstiya avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî û sazkirina destûrekê ku mafên tevahî pêkhateyan bêyî cudahî biparêze.
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Dirbêsiyê Fewzî Silêman der barê mijarê de got: "Jiyana siyasî li Sûriyeyê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye, ji ber ku ji dema ku hikumeta veguhêz hin dever kontrol kirine ve tu guhertineke berbiçav çênebûye. Rast e agirbestê di aramiyek qismî de bû alîkar, lê pêşketina di karên siyasî de sînordar e, û welat hîn jî zehmetiyên bêîstîqrariyê dikişîne û hesta tirsê di nav Sûriyeyîyan de kûrtir dike."
Ji bo misogeriya mafên tevahî pêkhateyan û avakirina pergaleke demokratîk ya giştî Fewzî Silêman diyar kir ku divê ji bo vê yekê kongreyek neteweyî ku tê de tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bihewîne li dar bikeve û destûrek mafên tevahiyan garantî bike were sazkirin û divê ev yek ne tenê di daxuyaniyan de were gotin, berevajî bikeve pratîkê.
Li aliyekî din jî endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Dirbêsiyê Ehmed Silêman li ser zehmetiyên herî girîng ên li pêş Sûriyeyê ne axivî û got: "Redkirina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji naskirina pirrengiya olî û civakî re di hundirê Sûriyeyê de astengiya herî mezin e. Hikumet îdeolojiya îslama siyasî ya nijadperest ferz dike û li dijî pêkhateyên din komkujiyan pêk tîne, weke li perava Sûriyeyê kirine. Ev yek rêveçûna demokratîkirina welat asteng dike."
ANHA/HESEKÊ/CAN ILÊWÎ