Nexweşxaneyan ava dikin

În 4 Mijdar 2022 - 02:45

Ji rêxistina alîkariya insanî ya bi navê Free Burma Rangers, şandeyeke bi serokatiya David Eubank, li Rojavayê Kurdistanê ye. Heyetê doh û pêr hevdîtin kirin. Ew çû serdana Meclîsa rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêr jî bi meclîs û dezgehên tenduristiyê yên li Rojavayê Kurdistanê re rûniştin. Şandeyê piştgiriya xwe ji bo Rojava careke din piştrast kir û da zanîn klu ew ê nexasim jî alîkariya ji bo projeyên tibî li herêmê dewam bike. 

Pêr Cihgirê Desteya Tenduritiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Fadil şandeya Free Burma Rangers pêşwazî kir. Nexasim jî projeya jinûveavakirina Nexweşxaneya Til Temirê hate minaqeşekirin. Sibata 2023´yan divê ev nexweşxane temam bibe û dest bi xizmetê bike. Rêveberiya Xweser ji ber alîkariya wê malavahiya rêxistina Free Burma Rangers kir.

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.