Nexweş e û di grevê de ye

Sêşem 16 Çile 2024 - 15:57

  • Dayê Senîha Atalay: Kurê min li gel nexweşiyên xwe jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kiriye, moralê wî geş e. Girtî dibêjin, heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, ew ê grevê bidomînin. Heta ku Serokê me azad nebe, em jî azad nabin.

Senîha Atalay, dayika girtiyê nexweş Omer Atalay e. Wê got, kurê wê ji ber nexweşiyê xwe li xwe nagire, li gel vê jî ketiye grêva birçîbûnê, bang li gelê Kurd kir û got, “Em dest bidin hev û biçin ber deriyê zindanan.”
Girtiyê nexweş Omer Atalay li Girtîgeha Ewlehiya Şidandî ya Hejmar 1 a Amedê tê girtin, sala 2016’an di dema berxwedana xwerêveberiyê de hêzên delweta Tirk ew bi rengekî birîndar kirin nezaretê û piştre ew girtin.
Dadgeha dagirker a Tirk bi hinceta ku ‘‘endamê rêxistinê” ye 4 caran cezayê miebeda girankirî û 13 sal cezayê hepsê lê birî.
Di serê Atalay de parçeyên şerapnelê hene û her wiha di piyê wî yê çepê de jî fîşek maye. Atalay, 8’ê Çile ji ber nexweşiya dil û 9’ê Çile jî ji ber nexweşiya fitiqê rakirin nexweşxanê.
 

Şerapnel nahêlin MR bê girtin

Keçapa Omer Atalayê girtî, Îrem Alkaş 9’ê Çile çû serdana kurapê xwe. Wê got, fitiqa kurapê wê Omer Atalay “teqiyaye” û ji ber vê jî nedikarî bimeşiya. Alkaş got, ji ber nexweşiyên lê peyda bûne, divê kurapê wê filmê MR´ê (Emar) bigire, lê ji ber parçeyên şerapnelê yên di serê wî de û fîşeka di piyê wî de nikare têkeve cîhaza Emarê, kurapê wê bi serê xwe nikare lêzimiya xwe ya tiwaletê jî bi cih bîne.

 

Em biçin ber deriyê zindanan

Dayika Omer Atalay Senîha Atalay jî got beriya bi 3 hefteyan wê kurê xwe dîtiye û wiha domand, “Dema me hev dît, xwe li xwe nedigirt, nedikarî bimeşiya. Xwe bi dîwaran digirt û wiha hat. Heke wî derman nakin, bila berdin ez wî derman bikim, ev zilm e.”

Atalay got, girtiyên siyasî bi hêviya mirinê ve hatine hiştin, bang li gelê Kurd kir û got, “Em rabin, ser piyan, bi destê hev bigirin û biçin ber deriyê zindanan. Em li malê çi dikin? Ciwanên ji mirinê netirsin, hazir bin canê xwe feda bikin, û em li malê rûnin? Divê em biçin ber zindanan, em ji zaroyên xwe ne çêtir in. Em êdî vê zilma hanê qebûl nakin. Bes e êdî, bes e!”

 

Heta ku Serok azad nebe em jî azad nabin

Senîha Atalayê her wiha got, li gel nexweşiyên xwe jî kurê wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kiriye, moralê wî geş e û domand, “Girtî dibêjin, heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, ew ê grevê bidomînin. Serokê me ev 25 sal in li zindanê girtî ye. Ne dihêlin ku malbata xwe bibîne û ne jî dihêlin ku parêzerên xwe bibîne. Em vê qebûl nakin. Heta ku Serokê me azad nebe, em jî azad nabin.”

Bavê girtî Hacî Atalay jî xwest ku dengê girtiyan were bihîstin û daxwaza wan bi cih were anîn.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.