ZEYNEP KÛRAY/ANF/STENBOL  

 

Parlamenterê HDP'ê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy li ser dîmenên êrîşên bi çekên kîmyewî axivî. Hişyar Ozsoy got, "Eger mîna ku ew dibêjin di vê mijarê de şik û gumana wan tune ye, bila rê bidin heyeteke serbixwe ku biçe herêmê."

Ozsoy diyar kir ku di nava vê demê de du heyet çûn herêmê ji bo lêkolînê bike, lê belê destûr ji wan re nehate dayin û got, "Ji bo lêkolînkirina rewşa sivîlên ku tê gotin kîmyasalê bandor li wan kiriye, du heyetên cuda çûn herêmê. Lê mixabin Rêveberiya Herêmê ya Kurdistanê destûr neda ku heyet xwe bigihîne qadê. Rêvebereke ku bi xwe bûye mexdûrê êrîşa kîmyewî û komkujiya Helebceyê dîtiye; lewma helwesteke bi vî rengî ya vê rêveberiyê nayê qebûlkirin."

Ozsoy bi bîr xist ku dîmenekî mirovan şoq dike û li dijî mirovahiyê ye, hate weşandin û destnîşan kir ku îdîayên gelekî cidî hene, lewma ev rewş bi gotinên Wezîrê Parastinê nayê nixumandin. Ozsoy anî ziman ku yekane rêya pêşîgirtina li nîqaşan ew e ku heyeteke serbixwe biçe cihê bûyerê, lêkolînê bike û got, "Eger di vê mijarê de şik û guman bi wan re nîne, hingî bila pêşî li heyeteke serbixwe vekin ku biçe herêmê."

 

Ma ne ew bûn li şikeftan bi gazan Kurdan kuştin?

Her wiha Ozsoy komkujiya Dersimê bi bîr xist û got, "Nêzîkatiya ku dibêje, tiştekî bi vî rengî nîne, nehatiye kirin, rast nîne. Di dîroka Tirkiyeyê de li Dersimê mirov li şikeftan bi gazan hatin kuştin. Ev yek di qeydên fermî yên dewletê de hate gotin. Lê belê di rewşeke bi vî rengî de jî ji bilî Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû yê li ser mijarê pêşnûme pirs da, yên din hebû îdîa dikin ku 'tiştekî bi vî rengî nabe, nîne'. Lewma di vir de ya ku divê bê kirin ew e ku mîna Şebnem xoce got, bihêle heyeteke serbixwe ya navneteweyî, her wiha heyeteke serbixwe ya navneteweyî ku ji Tirkiyeyê jî pispor di nav de hebin, biçe herêmê û lêkolînê bike. Ji bilî vê yekê her gotinên têne gotin û nîqaşên têne kirin ji bo nixumandina mijarê ye, demagojî ye."