Nexşa Amedê ‘Kevirê Qerêjdaxê’

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 2 Hezîran 2023 - 14:32

BAZÎD EVREN / MA / AMED

Di avahisaziya Amedê de kevirê bazaltê cihekî gelek girîng digire. Kevirê bazaltê, 100 hezar sal berê ji Qirêjdaxê ku volqaneke vemirî ye hatiye anîn û nasnameyeke nû daye mîmariya Amedê. Ev kevir pêşî di çêkirina sûran de û piştre jî di çêkirina xan, xanî û kolanan de hatine bikaranîn. Kevirê bazalt ku bi navê "Kevirê Qerêjdaxê" jî tê binavkirin, bi Ameda ku ji beriya hezar salan şûnwarên Hûrî û Suryaniyan ve hatiye bicihkirin, bi sedsalan di destê hosteyan de hatiye xemilandin. Kevirê bazalt yan jî Kevirê Qirêjdaxê li dijî alkali û asîdên kîmyewî li ber xwe dide. Ew kevir, xeterek kanserojenî nagire. Wekî din Kevirê Qirêjdaxê, ji bo hawirdorê nabe xetere. Bi vê taybetmendiyê, ev kevir hem dibin debara xelkê û hem jî hogirê xwezayê ye.

Bi berhemên xwe pêşkêş dike

Cûma Balikçi ku di dikana xwe ya biçûk a li Deriyê Mêrdînê ya Sûrê vekiriye hostetiya keviran dike. Ji aliyê din bi berhemên ku bi keviran çêdike, ecînê jî îkramî muşteriyên xwe dike. Dema ku mişteriyên wî li ser mase û kursiyên ku ew çêdike rûdinin, ew xwarinên li ser lewheyên kevirî yên ku bi xwe çêkiriye jî dide wan. Dikana Balikçi ya çîgkofteyê ji ber amûrên ku bi kar tîne gelek balê dikişîne. 

Ez ji bavê xwe hîn bûm

Cûma Balikçi yê ku hostayê keviran e û niha jî ji ber bêderfetbûnê ecînê difiroşe, behsa têkiliya xwe ya bi keviran re kir û destnîşan kir ku ew ji bavê xwe hînî vî karî bûye. Balikçi da zanîn ku bavê wî jî, ev pîşe ji ermeniyan girtiye û got:“Ez di 9 saliya xwe de li cem bavê xwe hîn vî karî bûme. Aşeke bavê min li ser kemera avê ya bin Birca Keçikê hebû. Hem aşvan bû hem jî hosteyê nexşandina keviran bû. Ez jî li cem wî hînî nexşandina keviran bûm. Ev amûrên ku hûn dibînin hemû min bi teknîka kevn a bi ‘çakûç’ û ‘mîxar (keskî)’ çêkirine. Birc, mizgeft û dêrên me çawa hatine çêkirin, min jî bi wê teknîkê çêkiriye. Kevirê ku ez bikar tînim jî kevirê bazalt yanî kevirê Qerêjdaxê ye û çi mîkrop ji van keviran nayê mirovan. Ev teşta ku ez niha bikartînim, min di 3 mehan de çêkiriye. Kevirên ku ez bikar bînim jî, diçim ji xweza û înşaetan kom dikim. Ji xwe hemû derên Amedê kevir in. Kevirên ku ez dinexşînim, hemûyan jî di karê xwe de bikar tînim.”

Kevir hevalê min e

Balikçi bal kişand ser têkiliya di navbera xwe û keviran de û got:“Kevir hevalê min e. Tu çiqas rind nêzîk kevir bibî, kevir jî wê ewqas rind xwe îfade bike. Lê mixabin êdî kesek ku vê pîşeyê berdewam bike nemaye. Tenê niha hosteyek heye ez dizanim, lê ew jî bi teknîkên nû vî karî berdewam dike û teknîka xwe nîşanî berdestkên xwe dide. Teknîka ku ez bikar tînim ji dîrokê tê û niha ti hosteyên ku vê teknîkê bikar tîne nemaye. Min jî dest jê berdabû, lê di bûyerên Sûrê de, ji ber bêhntengiyê dîsa min dest pê kir.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.