• Du federasyonên ser bi KON-MED´ê yên li Elmanyayê, dawiya hefteyê li Bremenê 2 rojan konferansa xwe li dar xistin.

Du federasyonên ser bi KON-MED´ê yên li Elmanyayê, dawiya hefteyê li Bremenê 2 rojan konferansa xwe li dar xistin. Rêxistina rojhilatê Elmanyayê FED-KURD û rêxistina bakurê Elmanyayê FED-DEM, bi delegeyên xwe beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de wekî din bang hat kirin, da ku xebatên ji bo Pîrozbahiya Newrozê ya Navendî ya li Frankfurtê - 19´ê Adarê - bên xurtkirin. 

Ev konferansa duyemîn bû. Di konferansê de raporên xebatê hatin nirxandin. Li ser navê PYD Rojavayê, Bavê Emmer peyivî û got, “Em weke delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re ne. Her devera Kurdistanê dagirkirî ye. Divê em rêya herî rast a hevjkariyê bibînin.”

Li ser navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJE) jî Xezal Yalçin peyivî û got, di xebatên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ên li Ewrûpayê de kêmasiyên wan çêbûne û wiha dewam kir: “Di dema li pêşiya me de divê em xwe bi tevahiya hêza xwe bidin vî karî.” 

Ji KON-MED’ê Vedat Biçer jî bal bire ser têkoşîna azadiyê û got, “Divê em têkoşîna li vir xurt bikin û barê hevalên xwe kêm bikin.” 

Xebatên ji bo azadiya Ocalan

Ji FED-KURD’ê Kerem Gok jî got, “Em Kurd divê karibin rojeva xwe diyar bikin. Sala 2022´yan wê bibe sala azadbûna Rêber Ocalan û têkoşîn jî bigihîje asta xwe ya herî xurt.”

Piştî konferansê em bi hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç re peyivîn. Wî got, bêhtirî 100 delegeyî beşdarî konferansê bûne û wiha peyivî:

“Em li ser kêmasiyên xwe yên pratîk û helwêstê peyivîn. Me biryarên xwe yên ji bo biryardariya serdema nû jî dan. Li pêşiya me Newroz heye. Me Newroza 50´î weke Newroza Rêber Ocalan ragihand. Bi wê re jî em ê xebatên xwe yên ji bo azadkirina Rêber Ocalan bigihînin asta herî jor. Em bang li miletê me dikin ku xwedî li têkoşînê derkeve û wê xurt bike.”

Beşdar û pêkhateyên kongreyê jî bang li xelkê kirin da ku beşdarî pîrozbahiya Newroza îsal a li Frankfurtê ya 19´ê Adarê bibin. 

BREMEN