Newrozê doza edaletê kir

Sêşem 22 Adar 2022 - 22:15

  • Newrozên li bajarên Goteborg, Helsînkî û Liverpoolê veguherîn manîfestoyên doza edaletê yên Kurdan. Kurdan hem Newoz piroz kir, hem xwest navê PKK´ê ji nava lîsteyên rêxistinên qedexekirî derkeve û hem jî doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.  

Li sê welatên bakurê Ewrûpayê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Kurdan di pîrozbahiyan de bi doza derxistina PKK´ê ji lîsteyên rêxistinên qedsexekirî jî doza edaletê kir.  Li Goteborgê agirê Newrozê bi girseyî hate dadan, û ji bo PKK'ê îmze hatin komkirin, li Helsînkiyê piştî du salên ji ber şewba koronayê, îsal bi coş Newroz hat pîrozkirin, li Lîverpoolê jî hola şahiyê bi sembolên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat xemilandin.

Agirê Newrozê li Swêdê li bajarê Goteborgê bi şahiyekê hate dadan û bi hezaran kes tevlî vê şahiyê bûn. Di şahiyê de ji bo ku PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin, gelek îmze hatin komkirin. Pîrozbahî li meydana Brunnsparkenê pêk hat.

Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Swêdê, bi hezaran kom bûn û agirê Newrozê dadan.

Piştî rêzgirtinê, nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) got, "Em hêvîdar in ku Newroz bi xwe re yekîtî, wekhevî û azadiyê ji bo tevahiya Kurdan bîne."

Di pîrozbahiyê de nûnerên rêxistinên Asûrî-Suryanî û Partiya Çep a Swêdê jî peyam dan.

Piştre li ber dengê koma defê ya jinan, agirê Newrozê hat dadan.

Di şahiya Newrozê de Koma Jinan a Hejîn, Dahol û Zirne, Ferîborz Keremî, Awat Mistefa, Hemîd Resûlî û Jonatan Pinto derketin ser dikê û coşa Newrozê zêde kirin.

Di pîrozbahiyê de ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' gelek îmze hatin komkirin. Newroz wê 26'ê Adarê li bajarê Malmo, 27'ê Adarê jî li Goteborgê ji aliyê NCDK-Swêd ve bi bernameyên çandî bê pîrozkirin.

Heyfa du salên qedexê hilanîn

Newroz piştî 2 salên ji ber astengiyên şewbê, li Helsînkiyê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Kurdên li Fînlandiyayê, Newroz pêr êvarê bi şahiyekê pîroz kir. Şahî bi dirûşma "Tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne, Kurdistanê azad bike" pêk hat.

Ji her aliyê Kurdistanê Kurd tevî dostên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di şahiya Newrozê de parlamenterê berê yê HDP'ê Ahmet Yildirim li ser rewşa siyasî ya li Kurdistanê û cîhanê axivî. Piştre jî hunermend Çoman Reşîd, Şiyar û Dijwar, Alî Agirê Jiyan derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.

Azadiya Ocalan a gelê Kurd e

Li bajarê Ingilîstanê Liverpoolê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd li Salona Olympia pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin û ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran kes tevlî şahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê ji bo bibîranîna şehîdên şoreşê, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Newroz" û "Kujer Erdogan" hatin gotin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîraz Serhat di destpêka şahiyê de got, "Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e."

Di pîrozbahiyê de Hozan Canê, Hasan Darzî, Ako Ranyayî, Peyman Kobanê û Serhado derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.