Newrozê bi dûxana reş tarî nekin
Çarşem 13 Adar 2024 - 00:47
Bi nêzîkbûna Newrozê re Komîteya Jîngehê ya Dibistana Hittîn û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê li bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê banga parastina jîngehê kirin û xwestin ji bo pêxistina agir plastîkên ku derdorê qirêj dikin neyên bikaranîn.
Komîteya Jîngehê ya Dibistana Hittîn û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê di bin dirûşma “Bi dûmana reş ronahiya Newrozê tarî nekin” dan. Di daxuyaniyê de Newroz li gelê Kurd pîroz kirin û bang li hemû endamên civakê kirin ku pîrozkirina Newrozê ji cewherê wê dernexin û ronahiya agirê wê bi dûmana reş a ji ber şewitandina plastîkan venemirînin
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Rastiya Newrozê weke roja rizgarbûna ji bindestiyê û destpêka biharê û agirê wê ku sembola azadiyê ye, bi rêbazên ku zirarê li jîngeh û tenduristiya gel dikin, pêk nayê. Em Komîteya Jîngehê ya Dibistana Hittîn û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê bang li malbatên xwe, komîn, hêzên ewlekariya hundirîn, komele, rêxistin û parêzvanên jîngehê dikin ku ji bo rawestandina vê diyardeyê hevkariyê bikin. Ev dîyarde der barê rastiya Newrozê û sembolîzma agirê wê de nêrîneke ne rast û ne şaristanî ye.”
NÛJINHA/QAMIŞLO