• Li bajarê Bad Kreuznachê, malbatên ku zarokên xwe dişînin dersên Kurdî, bi şahiyekê Newroz pîroz kir.

Li bajarê Bad Kreuznachê, malbatên ku zarokên xwe dişînin dersên Kurdî, bi şahiyekê Newroz pîroz kir. Qederê 100 kesê (30 malbat tevî zarokên xwe) amade bûn. Piştî ku mamosteyê dersên Kurdî helbest xwendin, zarokên dersa Kurdî strana "Bihar e newroz e, bel bûn gul û dar e" gotin. Paşê Dr. Lokman Turgut maneya Newrozê bi performansekê tevî zarokan, nîşan da. Piştre jî zarokan bi darikên dibiriqînin, agirekî dijîtal ê Newrozê pêxist û xwe di ser agir re qevast. Piştre jî malbat û zarokan govend gerand.

BAD KREUZNACH