• Penaberên li Geliyê Qiyametê û Etrûşê di 21’ê Adara 1995´an de bi cil û bergên xwe yên Kurdî kom bûn û ber bi meydana Newrozê ve çûn. Bi sedan xwendekar jî bi cil û bergên Kurdî, meşiyan û çûn meydana pîrozbahiya Newrozê. 

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê, ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk reviyan, û ev 27 sal in cejnên neteweyî ji dewleta Tirk azad pîroz dikin. Xelkê Mexmûrê ji sala 1995’an heta niha bi girseyî, coş û xirûşeke mezin Cejna Newrozê pîroz dike. Peyama dawî ya xelkê wargehê azadî, serxwebûn û serfirazî bû.

Ew ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk reviyan, dewletê ne dihêla ew cejnên xwe yên neteweyî pîroz bikin, ne dihêla bi zimanê xwe biaxivin, dixwest ew bibin çete û Kurdîtiya xwe înkar bikin. Wan zilm, zordarî û bê rumetî qebûl nekir û berê xwe da rêwîtiyeke dûr û dirêj; da ku ji dewleta Tirk a dagirker azad bin, bûn penaber. Ew penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ne.

Zêdetirî 15 hezar jin zarok, ciwan û kalî di salên 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Xelkê ku pirraniya wan ji Botanê bû, koç kirin, destpêkê bi rêzê ve li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran man. Penaber, erê xwe ji dewleta Tirk xilas kirin, lê li Başûrê Kurdistanê jî rastî gelek êriş, zext û êşkenceyan hatin.

Lê tevî zoriyan jî, xelkê wargehê xwe birêxistin kir, saziyên xwe yên perwerde, tendirûstî, ewlekariyê ava kirin, tevî meclîsên xwe.

Penaberan tevî dorgirtinê jî dev ji rêûresmên xwe berneda. Li hemû wargehan cejnên xwe yên neteweyî pîroz kirin. Cejnên herî bi heybet di wargehê de Newrozê, 4’ê Nîsanî, 15’ê Tebaxê û 27’ê Mijdarê bûn û hîna jî wisa ne.

Vî xelkî beriya ku penaber bibin, li Şirnexê, li Cizîra Botanê jî Newroz bi coş pîroz kiribû. Lê dewleta Tirk nedihêla Kurd li ti deverê cejnên xwe yên neteweyî azad pîroz bikin.

Pirraniya van penaberan destpêkê li wargeha Bihêrê bi cih bûn. Piştî wê ku li Bêrsîvê bicihbûn, çûn Geliyê Qiyametê û Etrûşê.

Agirê yekem

Vî xelkî cara yekem di penabertiyê de li wargehên Geliyê Qiyamet û Etrûşê di sala 1995’an de cejna neteweyî Newroz pîroz kir.

Xelkê wargehê di 21’ê Adara 1995´an de bi cil û bergên xwe yên Kurdî kom bû û ber bi meydana Newrozê ve çû. Bi sedan xwendekar jî bi cil û bergên Kurdî, meşiyan û diçûn meydana pîrozbahiya Newrozê. Destpêkê xelk çû û piştî wê xwendekar bi meş û sloganan ketin meydana pîrozbahiyê. Bi nîzam çûna xwendekaran kela canê xelkê rakiribû û kiribû ku ew misêwa sloganan bibêjin û li çepikan bidin. 

Coşa xelkê ji ber azadbûna ji dewleta Tirk a dagirker, hêjayî dîtinê bû, lewma ev cara yekê bû ku bi çand û zimanê Kurdî, cejna xwe ya neteweyî pîroz dikir. Li nava van wargehan, li cem xelkê ji berê ve adet e ku dayik û bavên şehîdan agirê Newrozê pêxin. 

Piştî pêxistina agir her bernameyeke ji mêj ve amadekirî ya çandî hebû û di Newroza 1995´an de jî wisa bû: Komên govendê, muzîk, şano û helbest. Xelkê li ber agirê Newrozê bi hev re govend digerand.

Newroz li wargehê bi şahiya navendî bi dawî nedibû. Piştî bi roj şahî bi dawî dibû, êvarê li tevahiya taxên wargehê agirê Newrozê dihat pêxistin û penaberan heta derengiya şevê li dor agir govend digerand.

Piştî wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova, Nehdaran, penaber li Mexmûrê bi cih bûn. Şêniyên wargehê li çoleke bê av ku tenê dupişk lê, bi cih bûn. Sala 1998’an ku li Mexmûrê bi cih bûn, careke din xwe bi rêxistin kirin û jiyaneke nû afirandin.

Jixwe li her wargehê, dest bi jiyaneke nû dikirin, xaniyên xwe nû çêdikirin, çandinî û sewalvanî dikirin.

Ji 1999´an ve Newroz li Mexmûrê

Li Mexmûrê jî yekem car di 21’ê Adara 1999’an de cejna Newrozê hate pîroz kirin. Ew cejna Newrozê ji cejnên din cûdatir bû, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî dîl hatibû girtin, xelkê wargehê di Newrozê de hêrsa xwe ya li dijî komplogeran di asta herî jor de anî ziman.

Piştî wê, her sal bi coş û xirûşek mezin Cejna Newrozê li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê hate pîroz kirin. Heta roja îro jî xelkê wargehê bi sekna xwe ya berxwedêr, êriş û komployên li dijî wargehê pûç kirin.

Penaberên wargeha Mexmûrê, ji roja koç kirine heta niha, tevî zilm, zordarî û dorpêçan hemûyan, têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê dewam dikin û newrozên xwe ji dewleta Tirk a dagirker azad pîroz dikin.

Newroza Rêber Apo

Îsal xelkê wargehê ji 13’ê Adarê ve ji bo pîrozbahiya Newrozê li ser piyan in. Destpêkê kolanên wargehê bi alên PKK’ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, xemilandin. Piştî wê, mal bi mal belavok belav kirin û xelk xelk vexwendin Newrozên li wargehê û li Qendîlê. Roja piştî wê jî bi hezaran ciwan, xwendevan û xelkê wargehê bi meşek meşaleyî a bi heybet Newroz pîroz kirin. Di 19’ê Adarê jî bi tevlîbûna bi hezaran jin, zarok û kalan, şahiya Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Şahiya Newrozê bi rêzgirtinê û nirxandinên bi deng ên Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştî wê agirê Newrozê hate pêxistin. Pişt re Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yûsif Kara axivî.

Yusif Kara destpêkê 50. Saliya Serfiraziya Newroza Rêbertiyê, pîroz kir û got; “Gelê welatparêz, qehreman, gelê ku bi canê xwe bi vê şoreşê re, ev nêzî 30 salan e têdikoşe. Em 50'emîn Newroza Rêber Apo li zarokên paşeroja civakê, mamoste û mêhvanên ji dûr pîroz dikîn. Em di 50´emîn saliya newroza Rêber Apo de ne, pêwîst e Newroza 50´emîn êdî bibe newroza azadî, serxwebûn û serfiraziyê. Em hebûn û têkoşîna xwe bilintir bikin û pêngava 1973’yan bi wê pêngavê re heval Mazlûm Newroza 1982´yan bi sê darikên niftikê pîroz kir û paşê dawî li jiyana xwe anî. Pêngava ku bi sê, çar kesan dest pê kir û heta roja îro hat vê astê û ev newroz bûye newroza milyonan, da ku karibin li hemberî dijminê faşîst li ber xwe bidin. Gelê me yê ku bi vê pêngava 1973’an heta roja îro canê xwe fedakiriye, em hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin."

Piştî axaftina Yûsif Kara bi dorê koma muzîkê ya NÇHM, koma gonvedê ya Şehîd Xebat Marînos, şano, hunermend Axîn, Koma Govendê ya Ciwanan, koma Şehîd Serhed a ji Başûr, hunermend Berbang derketin ser dikê. Herî dawî jî xelkê wargehê bi coşeke mezin li ber stranên hunermend Berbang govend gerand.