• Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Tekman(Erzirom), Konya û Ceyhanê (Edene) doh bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye"

Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Tekman(Erzirom), Konya û Ceyhanê (Edene) doh bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. 

Fînala Newroza  2022’yan doh li Amedê hem bi beşdariya xelkê û hem jî bi berxwedana xelkê li dijî polêsên dagirkeriyê bi heybet bû. Newroz bi temamî li slogana xwe ya îsal hat: “Dem dema serketinê ye”.

Di Newroza bi heybet a doh li Amedê de peyama herî muhim a Newrozê ne li ser dika pîrozbahiyê hat dayîn, lê li meydanê û li kolanan. Polêsên dagirkeriya dewleta Tirk doh bi provokasyonan hewl da pîrozbahiya Newrozê pûç bike. Lê Amedî bi sedhezaran daketin kolanan û berê xwe dan Parka Newrozê ya li Baxlerê. Ji ber provokasyon û lêrişên polêsên dagirkeriya dewleta Tirk, hevberdevka meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wiha hişyar kir: “Peşiya xelkê vekin. Ku hûn pêşiyê li xelkê venekin, li hemû kolanên Amedê wê Agirê Newrozê geş bibe. Kolan hemû wê bibin meydanên Newrozê.” 

Ji malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye, lê nayên berdan ên Nobeta Edaletê digirin, Încî Guler, Reşahat Ada, Hakki Boltan û Nazire Boltan, Fevziye Kolakan, kurê Bedrî Çakmak ê li hepsê şehîd bûyî Osman Çakmak, di protokola Newrozê de cihê xwe girtin. Di protokola Newrozê de siyasetvan Ahmet Turk û hevjîna Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş jî amade bûn. 

Midûriyeta Polêsan a dagirkeriyê bi rojan hewl da ku pîrozbahiya Newrozê asteng bike. Li meydanê jî êrişî girseyê kir û hewl da aloziyan derxe. Polêsan destûr neda ku gel bi cilûbergên xwe yên neteweyî têkeve meydanê. Lê girseyê li dijî vê yekê bi dirûşmeyan hêrsa xwe anî ziman û barîkatên polêsan rakirin.

Govenda Newrozê

Bi sedhezaran miletê li li meydana Newrozê û li derveyî bendên dagirkeran, govend gerandin. 

Partiyên Kurdan ên di nav Koma Tifaqa Kurdistanî de derketin ser dikê û gel silav kirin. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî derket ser dikê û gel silav kir. Ahmet Turk di pîrozbahiyê de axivî û got:  “Li ser rêzdar Ocalan 5 sal in tecrîd heye. Malbat û parêzerên wî nikarin biçin hevdîtinê. Wê gelê Kurd vê siyasetê pûç bike. Di heman demê de hevala me Aysel Tûglûk di girtîgehê de ye û nexweş e. Tiştekî mirovî û exlaqî nemaye. Ji dêvila ku divê were berdan lê ew di bin zilmê de ye.’’ 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî peyivî û got, bila Enqere Meydana Amedê bibîne, dengê vê meydanê bibihîze, hûn niha dibêjin ‘Dem dema serkeftinê ye’.

Hevseroka DTK’ê Leyla Guven a ku dîl tê girtin û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ji Newroza Amedê re peyam şandin. Di pîrozbahiya Newrozê de nameyên her duyan jî hatin xwendin.

’Bi hêsanî nehatin qezençkirin’

Newroza 2022'an li navçeya Tekman a Erzîromê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Xaçerêya Dortyolê ya li navenda navçeyê pêk hat û serê sibehê dest pê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Kocaaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû beşdarî Newrozê bû û li wir got, "Pîrozbahiyên Newrozê bi hêsanî nehatin qezençkirin, bi têkoşîneke mezin hate bidestxistin. Bi hewldanên mezin, bi berxwedaneke mezin hate bidestxistin."

Muxatab birêz Ocalan e

Li Newroza Hezexê jî Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî. Wî got: "Eger çareseriya pirsgirêka Kurd tê xwestin, muxatab birêz Ocalan e" û destnîşan kir ku çareserî li Îmraliyê dibe. Piştî qisekeran Koma Hezex, Grûp Mûnzûr û Agît Işik derketin ser dikê. Piştre jî Hîvron hunera xwe pêşkêş kir.

’Cihê tirsonekan li Agiriyê nîne’

Tevî sir û seqemê jî xelkê Agiriyê di saetên serê sibê yên zû de berê xwe dan qada Newrozê. Gelê Agiriyê agirê Newrozê vêxistin û li ber stranan xelekên govendê gerandin. Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar li wir axivî û got: “Newroz; berxwedanî, aştî û azadî ye. Çi dibe bila bibe em Kurd dê paşve gav navêjîn û dê li ber xwe bidin. Yên ku dibêjin ‘bavikên me Osmanî ne’ bila ji xwe şerm bikin. Cihê tirsonekan li Agiriyê nîne.” 

Gevera berxwedêr

Yek ji navçeyên berxwedanê Gevera Colemêrgê ku sê parçeyên Kurdistanê, Bakur, Rojhilat û Başûr digihîne hev bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li stada Yenîşehîrê hat lidarxistin.

Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê qeyûm şûna wî dagir kiriye û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel di pîrozbahiyê de axivîn. 

Nisêbîn rengîn e 

Newroza “Dem dema serketinê ye” li Nisêbînê, li kêleka Bariş Petrolê hat pîrozkirin. Li Nisêbînê Newroz jî weke Nisêbînê rengîn dibin.

Nisêbînî jî bi cilûbergên xwe misoger dikin ku meydana Newrozê jî rengîn be. 

Warê egîdan Cizîr

Li Cizîrê jî Newroz li Qada Newrozê hat lidarxisin. Yên ewilî hatin qadê jinên Cizîra Botan bûn. Ji zarokan heta kal û pîran her kes cilên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn. Li wir jî Parlementer Omer Ocalan peyivî û got, dewleta Tirk ji bo şerê di navbera Rûs û Ukrayna de, hey behsa aşitiyê dike lê bi miletê Kurd re şer dike. Her wiha wî got ew ê di siyasetê de ne bi tifaqa AKP-MHP’ê ne jî ya CHP û partiyên dîtir bin, ew ê li ser xeta sêyemîn ango rêya birêz Ocalan nîşan kiriye, bimeşin. 

Coşa Wêranşar 

Yek ji deverên ku Newroz bi coş lê hate pîrozkirin navçeya Wêranşarê ya Rihayê bû. Ji serê sibehê ve girseya gel herikî qada Mezatê û li pêşiya ketina qadê rêzeke dirêj çêbû. Tevî Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçîn, zêdeyî 10 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de hunermend Cemîl Koçgirî derkete ser dikê û li ber stranên wî govend hate gerandin.

NAVENDA NÛÇEYAN