KCK'ê têkilî Newrozê daxuyanî da û got: Çawa ku Kawayê Hesinkar li qesra Dehaqê zalim agir pêxistî, xwebexşên gelê Kurd jî agirê azadiyê geş kirine.
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke niviskî da û cejna Newrozê pîroz kir. KCK'ê got,''Gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pêşwaziya Newrozeke din dikin. Di serî de Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî, hemû şehîdên Newrozê ku giyanê Newrozê heta bi îro anîn bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em Newroza Rêber Apo pîroz dikin ku gelê Kurd kirî gelê Newrozê û hemû nirxên netewî, civakî û çandî yê di Newrozê de derxistî holê. Em Newroza gelê serhildan û gelê Newrozê ya gelê Kurd, ya gerîlayên ku li çiya û deştan şer dikin, ya hemû şervanên azadiyê yên li zindanan pîroz dikin. Em bawer dikin ku Newroza 2021'an bi pêngava 'Dem dem azadiyê ye' re wê bibe yek, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hilweşîne û di azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo de bi roleke mezin rabe, li ser vî esasî, em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku ber bi qadên Newrozê ve biherikin.
Îro ew roj e
Van rojên dawî li ser tenduristiya Rêber Apo agahiyên neçê hatine bihîstin. Ji vî alî ve jî divê Newroza 2021'an bibe Newroza şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo û pêngava 'dem dema azadiyê' were geşkirin. Ev Newroz divê bibe Newrozeke wiha ku dilsoziya bi Rêber Apo di asta bilind de were nîşandan û bibe Newrozeke ku wê kesek nikaribe dest bide Rêber Apo.
Îro li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tam rewşeke weke ya beriya niha bi 2633 salan diqewime. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ne ku tenê zilmê li gelê Kurd dike, polîtîkayeke wiha dimeşîne ku siberoja hemû gelên Rojhilata Navîn reş dike. Rê û rêbazên ku bi kar tîne, ji zilma Dehaqê zalim a li ser gelen kirî, zêdetir e. Tam weke beriya niha bi 2633 salan, hewceyî bi wan gelan heye ku bi pêşengiya Kawa serî hildane. Sala 2021'an tam jî weke beriya niha bi 2633 salan divê bibe sala rabûna ser piyan û hilweşandina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku Dehaqên niha ne. Pîrozbahiya Newroza 2021'an li her deverê divê bi vê hedefê were pêkanîn.
Bi giyanê azadiya jinê
8'ê Adarê jinên Kurd nîşan dan ku jinên Kurd hêza herî çalak a têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê ye. Vê jî nîşan daye ku Newroza 2021'an bi giyanê azadiya jinê bi rengekî xurtir wê were pîrozkirin. Dîsa nîşan daye ku dawiya mêtingerên qirker û hemû zaliman nêzîk e. Jin û ciwanên Kurd divê daxwaza ji bo azadiyê û kelecaniya xwe ya 8'ê Adarê bigihînin Newrozê, her qada Newrozê divê bibe qada ku têkoşîna azadî û demokrasî lê geş bûyî.
Xwebexşan agir pêxistine
Pîrozbahiyên Newrozê yên bi dehan salan, bi tecrûbe û hesretên şehîdan ku di van serhildanan de şehîd bûne, Newroz kirine ew demên ku gelê Kurd têkoşîna jiyana azadî û demokrasiyê li asta herî bilind rê ve birî. Hêza jiyana azad û demokratîk a di giyanê Newrozê de bi wê hêzê ye ku dikare her cure zilmê hilweşîne. Ji ber vê zalim û hêzên qirker di her Newrozê de ditirsin. Di Newroza 2021'an de bi vî giyanî li her deverê bi hêzeke mezin divê mirov xwe berde meydanan û tişta ku zalim jê ditirsin mirov bîne serê wan. Çawa ku Kawayê Hesinkar li qesra Dehaqê Zalim agir pêxistî, xwebexşên gelê Kurd jî agirê Newrozê pêxixstine. Agirê ku Kawayên Hevdem li Garê pêxistin, li deştan, çiyayan, gundan, li taxan û li her deverê divê were geşkirin û sala 2021'an bikin sala azadiyê. Êdî dema wê hatiye ku bi Rêbertiya Azad re û bi welatê azad re jiyan pêk bê.
ANF/BEHDÎNAN