Neviyên wî çûn pêşiyê

În 5 Çile 2024 - 15:55

Mehmet Îldem piştî 30 salan di 65 saliya xwe de ji hepsa dewleta Tirk tehliye bû. Li bajarê wî Mêrdînê, neviyên wî ew pêşwazî kir.

Hêzên dewleta Tirk, Mehmet Îldem sala 1993’yan li Edeneyê kirin nezaretê û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdîaya “Xerakirina yekîtî û yekparetiya welêt” cezayê muebedê lê birrî û li Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîrê dihat ragirtin.  Girtiyê azadiyê pêr di 65 saliya xwe de hate tehliyekirin. Îldem, doh hate bajarê xwe Mêrdînê û li balafirgehê, nevî û xizmên wî çûn pêşiyê. Her wiha rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nava haziran de bûn.

 

Neviyan tizbî diyarî kir

Yên ku çûn pêşiya girtiyê azadiyê Mehmet Îldem, demeke dirêj ji bo Îldem li çepikan xist û bi kulîlkan çûn pêşiya wî. Jinan lîrand û desmalên xwe yên rengorengo hejandin. Îldem, malavahiya haziran kir. Îldem dema çav bi neviyên xwe yên piçûk ket, bi xwe nekarî û rondik ji çavên wî bariyan. Neviyên wî jî tizbiyek bi xwe re anîbû û ew diyarî bapîrê xwe kirin.

 

Ji bo azadiya gelê Kurd

Îldem di pêşwazîkirinê de axivî. Îldem, diyar kir ku zêdetirî 30 salan di girtîgehê de maye û wiha peyivî: “Lê ji bo azadiya gelê Kurd ev dem jî kêm e. Em çiqas girtî jî bimînin kêm e. Em çiqas di girtîgehê de jî bimînin ne mesele ye. Ji bo me, zehmet nîne. Em ê bi awayekî ji girtîgehê derkevin. Heta ku îradeya mirov hebe, ev zehmet nîne. Lewma ez poşman nînim. Em ê heta dawiyê di vê rêyê de bimeşin.”

Piştre jî Îldem tevî kesên hatine pêşwazîkirinê derbasî gundê Alucayê yê girêdayî navçeya Rişmîla li herêma Omeriyayê. Xizmên wî û gundiyan li Alucayê Îldem pêşwazî kir.

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.