• Ana Samailova bi vê tesîra xwedawend Mokoş, bi neqşên xwe yên li ser caw û qumaş, çanda civaka Rûsî û her wiha jiyana gundewarî ya Slavan hemûyan nîşan dide. Ji bo wê, Mokoş xwedawendeke pirr bi rûmet e û jinan temsîl dike.

XASÊ CÛNÊ

Hunerê  Ana Samailova ya Rûs, neqşên li caw û qumaş in. Ew ciwan e (sala 1995’an hatiye dinyayê) lê xwestiye ber bi rehên çanda Slavan ve biçe û ji rêûresmên berê yên vê civakê, çandeke resen ya jibîrçûyî derxe holê. Ana Samailova dide pey neqşên berê yên jinan û îro van neqşên wan, ji nû ve şirove dike. Dema serê xwe bi vê meselê re diêşîne, tişta herî zêde bala wê diçe ser, paganîzm û rîtûelên wê ne. Piştî lêkolînan bîr dibe ku xwedawendeke bi navê “Mokoş” heye di çanda Slavan de û ev xwedawend dibe bingeha karên wê yên bi caw û qumaş. Xwedawend Mokoş, li gorî baweriya Slavan a paganî, her tim jinan û karên wan diparêze. Ew parazvana qedera wan e û weke xwedawenda xêr û beran tê zanîn. Ew jinên ducanî diparêze, dema jin zarokê tînin timî li cem wan e, bi tevnê re mijûl e û di vî warî de xwedawendeke afirîner e. Ruhê Mokoş ê tevnsaziyê, kiriye ku Samailova bala xwe bide ser caw û qumaş û li ser caw û qumaş bineqişîne. Di karên wê de şopên rîtûelên paganîzmê û çanda Rûsî li pêş in.

Ana Samailova bi vê tesîra xwedawend Mokoş, bi neqşên xwe yên li ser caw û qumaş çanda civaka Rûsî û her wiha jiyana gundewarî ya Slavan hemûyan nîşan dide. Ji bo wê Mokoş xwedawendeke pirr bi rûmet e û jinan hemûyan temsîl dike. Ji lewma, bi şiroveyên xwe yên îro dixwaze wê çandê vejîne û bîne bîra xelkê ku di çanda wan de xwedawendeke wiha heye. Bi fîgûrên wê yên nexasim jin, rêûresm û folklora berê ya Slavan dinirxîne û di vî warî de lêkolînan dike. Jixwe, xwendina wê ya antropolojiyê kiriye ku çand û jiyana jinên Slav çêtir nas bike. Ew bi van neqş û fîgûrên xwe jiyan, adet, tirs û arezûya jinan nîşan dide û ji bo xwe qumaşê ku bi kar tîne wiha dinirxîne, “Têkiliya tevn û xweşikiya qumaşan ya bi dinyaya jinan re min ber bi xwe ve dikişîne. Jinan her tim li gorî pêdiviyan cilûberg neqişandine. Di vî warî de pirr afirîner bûn. Heta, wan gelek caran bi ben xalîçe û pêjgîr jî çêkirin û motîfên pirr xweşik li ser van xalîçe û pêjgîran xêz kirin. Ev rêûresmeke berê bû û ji mêj ve ye hatiye jibîrkirin.”  

Bêhtir kûr diçe...

Destpêkê Ana Samailova li Rûsyayê di akademiya huner de dixwîne. Hingê ew li ser sembolên paganîzmê serê xwe diêşîne. Her çiqas jê were xwestin ku ew tenê bi xêz, resmandin û kompozîsyonê re mijûl bibe û dernekeve derveyî van qaliban jî, wê ev yek qebûl nekiriye û neqş û caw kirine malzemeyê hunerê xwe. Dema ew li neqş û xemlên di çanda Rûsî de dikole dibîne ku li ser cilûbergên cejnan, pêjgîr û gelek qumaşan teswîrên xwedawenda Mokosh hatine çêkirin. Ev motîf wê kelecanî dikin û xwe li hember xweşikiya wan nikare bigire. Ew li Rûsyaye serê xwe bi van sembol û neqşên berê re gelek diêşîne. Xwendina wê ya li vir ji rêzê û gelek klasîk e, ji lewma piştî demekê ji Rûsyayê diçe Ingilîstanê û li wir jî di akademiya huner de dixwîne. Piştî xwendina xwe ya li Ingilîstanê bi gotina wê, “bêhtir kûr diçe” û ceribandinên xwe yên li wir wiha tîne ziman, “Heta hingê min bi awayekî dîtbarî li vê meseleyê dinihêrî û wisa şirove dikir. Lê piştî xwendina xwe ya li Ingilistanê, ez hîn bûm ku projeyek yan jî berhemekê di warê têgehî de jî şirove bikim. Bi vê nihêrînê, min dîsa bala xwe de ser neqşên berê yên ku êdî hatine jibîrkirin. Piştre min çavkaniyên pirr dewlemend kifş kirin. Ew neqşên berê li gundan û hin herêman hatibûn parastin, lê xelk zêde hay ji wan tine bû. Lê ev neqşên bi mane, parçeyekî nasname û çanda me ne.” 

Dia, lorî û stranên şînê

Ana Samoilova dema li ser tabloyên xwe bi rengê sor, şîn û zer peyvan dinivîse çavkaniya wê dîsa çanda Rûsî ye. Bi peyvên xwe yên ku li ser qumaş neqişandine, behsa dia, lorî û stranên şînê yên Rusyayê dike. Ji bo van peyvan binivîse jî wê herî zêde rengê sor bi kar aniye. Ji bo bikaranîna rengê sor jî dibêje, “Li ser cilûbergên kevn hemûyan rengê sor hebû, vê yekê tesîr li min kir. Di çanda Slav a berê de ango paganîzmê de rengê sor xwedî maneyeke pîroziyê bû. Heger hûn baş binihêrin, cilûberg bêhtir spî ne û neqşên li ser wan jî sor in. Ez nabêjim ku di karên min de jî ev yek bi zanebûn pêk hat, lê bi aweyekî xwezayî min dît ku ez jî bi rengê sor dineqişînim.”

Nivişt min diparêzin

Ana Samailova li atolyeya xwe hin niviştên mezin jî çêkiriye û ev jî nîşaneya paganîzmê ne. Lê ew weke karekî hunerî li wan dinihêre û dibêje ez bi saya wan hinekî aram dibim, nexwe baweriya min bi wan nîne. Lê wisa hîs dike ku ev niviştên mezin ên bi caw û qumaş wê ji her tehlûkeyê diparêzin û nahêlin zirar lê bibe! 

Ana Samailova niha li paytexta Rûsyayê Moskovê dijî û heta niha gelek pêşangehên wê çêbûne. hin ji van pêşangehan “Mokoş” , “Demsalên Rûsî” û “Nemoloko” ne.