Nemirek ji Bendava Tişrînê
În 7 Adar 2025 - 03:05
Fermandar Arjîn Kobanê li sengerên herî pêş ên Bendava Tişrînê li hemberî dagirkeriya Tirk heta dawiyê sekna jina leheng nîşan da.
Edla Mixarî bi nasnav Arjîn Kobanê di sala 1984’an li bajarê berxwedanê Kobanê di malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekir. Di gava despêka jiyana xwe de çîrokên pekrewanên doza welatê xwe dibİhîst û bi çanda niştimanperweriyê mezin bû. Di pêvajoya ciwaniyê de jî li gorî pîvanên welatparêziyê serhildêr bû. Dizanibû ku pêvajo, kesayeta dilek wêrek a bi erkên xwe rabe, dixwaze.
Têkoşîneke mezin da
Bi wê zanêbûnê di sala 2001’an de biryara tevlîbûna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê da û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Heta sala 2011’an li çiyayên Kurdistanê ked û têkoşîneke mezin da. Li şîverêyên çiyayên Kurdistanê wek jineke şoreşger li ser pîvanên jina azad, welatê azad e, bû xwedî ezmûnên bêhampa. Bi wê fedekarî û jîrbûna xwe bû fermandarek mînak a ku yekîneya wê tevgerên wê ji xwe re mînak girt.
Xizmetkirina şoreşê pêk anî
Sala 2011’an di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku ew dem diyarkirina çaresûna gelan bû, fermandar Arjîn jî ji bo ku rastiya gelê Rojava ya ku di azadî û serxwebûnê de xwedî biryar e de cîh bigre, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Destpêkê di nava xebatên rêxistinkirina ciwanan de cihê xwe girt û ji bo rêxistinkirina ciwanên welat bi risteke mezin rabû. Li gelek bajarên cuda yên Rojava kar û xebat meşand. Bi pêkhatina şoreşê re di qadên siyasî û rêxistinkirina jin û civakê de li gelek bajarên cuda ji xebatên stratejîk û girîng re peşengî kir. Fermandar Arjîn di nava xebatên Şoreşa Jinê de tu ferq û cudahî nekir navbera erk û berpirsiyarên xwe, her dem bi zanabûna xizmetkirina şoreşê pêk anî.
Li Bendava Tişrînê şer kir
Bi ezmûnên xwe yên salên demdirêj di nava Yekîneyên Parastina Jinê de bû mînaka fermandareke Birdoziya Rizgariya Azadiya Jinê. Fermandar Arjîn bi sekna xwe ya jidil, fêdakar û zana, bû temsîla kesayeta fermandariya YPJ’ê. Hevrê Arjîn gelek şervan li ser birdoziya azadiya gelan û jinan perwerde kir, bi wan şervanên xwe re jî di eniyên şer de cihê xwe girt. Li Bendava Tişrînê bi bîr û baweriya ku wê rûhê berxwedana Kobanê serkeftinê bîne, şer kir. Fermandar Arjîn pîvanên fermandariya demê, di kesayeta xwe de gîhand wateya rasteqîn.
Fermandar Arjîn di 21’ê Çileya 2025’an de li sengerên herî pêş yên Bendava Tişrînê li hemberî dagirkeriya Tirk heta dawiyê sekna jina leheng nîşan da. Bi îdîa û biryardariya serkeftinê şerê li hember dagirkeran kir û bi qehremaniyeke bêhempa tevlî karwanên nemiran bû.
NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN