Nekevin pey dewleta Tirk

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:44

EHMED EL ESAF / ANHA / REQA

Di 14'ê Adarê de li paytexta Iraqê Bexdayê wezîrê karên derve yê Iraqê û hempîşeyê wî yê Tirk û berpirsên ji herdu aliyan civiyan. Di civînê de gelek mijarên weke ewlekarî, projeyên enerjî û avê hatin nîqaşkirin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya van lihevkirinan derbasî xaka Iraqê bibe û baregehên xwe di kûrahiya 40 kîlometre li Iraqê de bi cih bike. Di encamê de jî metirsî li ser pêkhateyên gel û serweriya hikumeta Iraqê zêdetir dibe. Derbarê mijarê de, serokeşîrê Sebxa, Mihemed Tirkî El Sewan axivî û got:"Her lihevkirinek ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne li ser xaka Iraqê û xelkê wê metirsiyê. Dewleta Tirk ji berê de li ser vê xakê sûc pêk anîne. Her cihekî ku ew derbasê dibe jê dernakeve. Tirkiye hewl dide lihevkirinan bi bihaneyên parastina sînor pêk bîne, lê belê armanca wê dagirkirina xakê ye."

Dewleta Tirk ti carî nabe dost

El Sewan wiha li gotina xwe zêde kir:"Me ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyeyê gelek zehmetî kişandin. Binêrin li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê çi kir. Ev bajar veguherandin wargehên terorê." El Sewan bang li gel û eşîrên Iraqê kir ku nekevin pey plan û peymanên dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku Tirkiye tu carî nebû dostê Iraq û Sûriyeyê.

Rûspiyê eşîra Şibil, Emar El Hamî jî destnîşan kir ku ev lihevkirinên ku dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Iraqê re pêk tîne bi armanca zexta li ser hikumeta Iraqê û dagirkirina xaka wê ye û got:"Her lihevkirinek ku tê de hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê bi kûrahiya 40 kîlometreyan derbasî xaka Iraqê bibin, metirsiye ji bo Iraqê. Armanca dewleta Tirk jî dagirkirin e."

El Hamî destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyeyê çavnebariya wê di Iraqê de piştrast dikin û got: "Wê berê îdia dikir ku ew dostê gelê Sûriyeyê ye, lê niha bûye dijminê wî ya yekemîn." El Hamî diyar kir ku pêwîst e gel û hikumeta Iraqê metirsiya planên dewleta Tirk a dagirker baş bizanin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.