• Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke dagirkeriya dewleta Tirk a ketina gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê, pûç kir. 

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldaneke dagirkeriya dewleta Tirk a ketina gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê, pûç kir.

Meclisa Leşkerî da zanîn ku wê hewldana çeteyên dagirkeran a dagirkirina gundî têk biriye. 

Li gorî ANHA’yê pêr derengî şevê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dane bikevin gundê Mişêrfê yê navçeya Eyn Îsayê. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ev hewldan têk biriye.

Herwiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Cedîda, Fatsa, Mişêrfê, Hîşê û derdora navenda navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.

ANHA / EYN ÎSA