Neheqiya li ser axa Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Gulan 2023 - 05:05

  • Nivîskarê Fransî Joseph Andras derbarê muzîkjena Kurd Nûdem Durak de romaneke bi navê “Nûdem Durak: Sur la terre du Kurdistan” nivîsand. Andras dibêje, Nûdem hunermendeke berxwedêr e û PKK jî ne rêxistineke terorê ye, ew li hember mêhtigeriya faşîst ya Tirk civaka xwe diparêze.

ARDÎN DÎREN

 

Nivîskarê Fransî Joseph Andras derbarê Nûdem Durak de romaneke bi navê “Nûdem Durak: Sur la terre du Kurdistan” (Nûdem Durak: Li ser erda Kurdistanê) hazir kir. Ez “hazir kir” dibêjim, ji ber ku pirtûka ji ber metn, nivîs û nîşeyên Nûdemê yên ku li hepsê girtine, hatiye hazirkirin. Her wiha nivîskar Joseph Andras jî şirove û nirxandinên xwe lê zêde kirine. Nûdemê di van nivîsan de li ser girtina xwe û psîkolojiya xwe ya hepsê sekiniye û bi saya van nivîsan, karibûye bi xwe re pêwendiyekê ava bike û bihêztir bimîne di hepsê de. 

Bînin bîra xwe, Nûdem Durak, sala 2015’an ji hêla rejîma Tirk ve hate girtin û dewleta Tirk bi dadgehkirineke ecêb 19 sal ceza lê birrî. Wê tenê dixwest bi rêya muzîkê di çand û hunerê Kurdî de kûr bibe. Lê dewletê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” du dozên cuda lê vekirin û bi giştî 19 sal ceza lê birrî. Nudem, ev 6 sal in li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtî ye. Nudem di 1’ê Adara 2019’an de kete greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê hatibû destpêkirin û 87 rojan di grevê de ma. Piştî vê, gelek pirsgirêkên sihetê lê peyda bûn û teşxîsa graves (guatra jehrî) lê hat danîn.

Piştevaniya ji bo Nûdemê li her derê hat kirin û li Ewrûpayê li ser çapemeniya dijîtal kampanyaya “Free Nudem Durak” (Nudem Durak azad bikin) hat destpêkirin. Gelek hunermend û rewşenbîrên ji welatên cuda bang kirin da ku Nûdem serbest bibe. Di nav van kesan de Angela Davis, Noam Chomsky, David Graeber, Yannis Varoufakis û Ken Loach jî hebûn. Herî dawî muzîsyenê Ingilîz, Peter Gabriel jî gîtarek weke diyarî dabû Nûdem Durakê û bi vî awayî Nûdem dîsa hatibû rojevê. Niha jî nivîskarê Fransî Joseph Andras derbarê wê de romanek hazir kiriye. Ji bo ev pirtûk were çapkirin Joseph Andras 4 salên xwe li pirtûkê daye û xwestiye bi romanê dîroka şexsî û civakî ya bêedaletiyê ji nû ve binirxîne.

 

Ma pirtûk ji bo çi ne?

Joseph Andras dibêje, ew jî nizane çima bi pey serpêhatiya Nûdemê ketiye. Lê hizrên wî berê wî daye Kurdistanê û wî li wir daye pey şopa Nûdemê. Andras ji bo çûyina xwe ya Kurdistanê û daketina bi bûyera Nûdemê dibêje, “Ev bûyer yan jî serpêhatî çima kir ku 4 salan li ser bixebitim, ez jî nizanim. Serpêhatiya Nûdemê jî weke ya gelekan ji rêzê ye, yanî weke gelek girtiyên ku niha di hepsên Tirkiyeyê de dimînin. Li wir pêkûtiyên dewletê gelek in û navê girtiyên Kurd ên li hepsan tenê di daxuyaniyan de weke hejmarekê heye. Rojekê, di televizyona ‘El Cezîre’ de ez rastî serpêhatiya Nûdemê hatim. Li wir behsa Nûdemê dikirin û dihat gotin, ji sala 2015’an ve girtiye. Nizanim çima lê vê bûyerê bala min bir ser xwe. Jixwe, piştî min bihîst, min ji xwe re got, hewce nake tu xwe xemgîn bikî. Lewma, xemgînî mirovan bêhêz dike. Ez rabûm çûm Kurdistanê. Ez bi malbat, parêzer, xizm û hevalên Nûdemê re peyivîm. Piştî demekê, ez û Nûdemê me ji hev re name şandin. Wekî din min li dosyeya wê jî kola û hin lêkolîn kirin. Di dawiyê de pirtûkeke bi vî awayî derket holê. Yanî min tirs û xofa kesayetî bi awayekî çalakiyeke siyasî ya kolektîf nirxand û bi rêya pirtûkekê parve kir. Ma jixwe, pirtûk ji bo çi ne? Weke sosyalîstekî li ku dibe bila bibe ez xwe bêhtir nêzî şoreşgeran dibînim. Dibe ku ji zimanê wan fêm nekim, lê ez çiqas fêm nekim jî dizanim ji kapîtalîstekî Fransî bêhtir tiştên me yên hevpar hene ku em parve bikin.”

 

Nikarim neheqiyê qebûl bikim!

Joseph Andras derbarê helwêsta dewleta Fransayê ya li hember Kurdan de jî dibêje, “Ez weke kesekî Fransî xwe ji gelek tiştan berpirsyar digirim. Nexasim jî polîtîkayên Fransayê yên leşkerî, aborî û çandî li xweşa min naçin. Niha li Fransayê jî gelek mîlîtanên Kurd hene ku di hepsan de ne. Her wiha em dizanin, sala 2013’an jî dîsa li Parîsê 3 şoreşgerên Kurd hatin kuştin û hîna jî daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn ji hêla dewletê ve. Bi ser de jî 23’ê Kanûna çûyî dîsa li Parîsê êriş pêk hat û 3 kesên din jî hatin qetilkirin. Hikûmeta Macron tevgera azadiyê (PKK) rexne dike û di ser de jî şermezar dike. Fransa her wekî din di sala 1916’an de jî îmze li bin peymana ‘Sykes-Picot’ xist. Niha jî Fransa tevî dewleta Tirk endamê NATO´yê ye. Her du dewlet jî PKK’ê di nav lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ de dibînin. Li hember van tiştan hemûyan, ez bi fikar im û dilê min vê neheqiyê qebûl nake!”

 

Nûdem hunermendeke berxwedêr e

Nivîskar Joseph Andras, bi israr dibêje, ne Nûdem endama rêxistineke terorê ye û ne jî PKK rêxistineke terorê ye. Andras, Nûdemê weke berxwedêrekê bi nav dike û dibêje, “Nûdem bi awayekî dilxwaz muzîk fêrî ciwanan dikir û stranan digotin. Ew endama partiyekê nîne û ti carî çek nedaye ser milên xwe! Mirov dikare wê jî weke sempatîzanekê bibîne, jê zêdetir ne tiştekî din e. Yanî ez vî tiştî jî bibêjim, PKK teqez ne rêxistineke terorê ye. Li hember polîtîkayên dewleta Tirk a mêhtinger bikaranîna çekê tiştekî rewa ye. Ev tişt di çarçoveya xweparastinê de divê were nirxandin. Divê gava mirov tiştek nivîsand, lazim e xwe rastiyê dûr negire. Nûdem bi hunerê xwe li ber xwe dide. Her wiha PKK jî li gel ku çend caran xwestiye ji bo çekan rawestîne hevdîtinê bi dewletê re bike jî kesî li wan guhdarî nekir û bi êrişan bersiv dan pêvajoyên aştiyê.”

 

Djamila Boupacha îlham da wî

Joseph Andras dibêje, dema wî ev pirtûk hazir kiriye, ji pirtûka Simone de Beauvoir û Gisele Halimi ya bi navê “Djamila Boupacha” sûd wergirtiye û vê pirtûkê îlham daye wî ku li ser Nûdemê bifikire û binivisîne. Ji ber ku heman bûyer beriya 60 salan dîsa qewimîbû û Artêşa Fransiyan jineka ciwan a bi navê Djamila Boupacha sûcdar dikirin û êşkence lê kiribûn. Ew jî mîlîtaneke Cezeyirî bû. Simone de Beauvoir û parêzer Gisele Halimi behsa têkoşîna wê dikirin di pirtûkê de. Joseph Andras jî bi rêya serpêhatiya Nûdemê dixwaze xirabiya kolektîf ya dewleta Tirkiyeyê nîşan bide û dibêje, Tirkiye ne mehkûmî rejîmeke faşîst e! 

 

 

 

Xelata Goncourt qebûl nekir

 

Joseph Andras sala 1984’an hatiye dinyayê. Ew weke nivîskarekî li bajarê Normandiyê “Le Havre” dimîne. Andras bêhtir li ser mêhtingeriyê hûr dibe û dinivisîne. Pirtûkên wî bêhtir behsa mêhtîngeriya li Cezayîr, Vîetnam, Kanaky (Caledoniaya Nû) dikin. Niha jî bi pirtûka xwe ya dawî behsa mêhtingeriya li Kurdistanê dike. Andras di sala 2016’an de romaneke bi navê “De nos frères blessés” nivîsand û vê romana wî “Xelata Goncourt” wergirt. Ji ber romana wî ya yekem bû, xwestin vê xelatê bidine wî lê Andras xelata wan paşve vegerand. Ji ber ku ew li hember qayişkêşanê radibe û tiştên bi vî rengî erê nake. Wî sala 2017’an jî helbesteke dirêj a li ser bendergeha Le Havre di pirtûka bi navê “S'il n'restait qu'un chien” de nivîsand.

Joseph Andras kesayeteke ji medyayê dûr e. Ew bi zanebûn vê dike û dixwaze tenê wextê xwe ji wêjeyê re veqetîne û binivisîne.

* Ev nivîs ji ber hevpeyvîna Renee Lucie Bourges ya bi Joseph Andras re hatiye girtin. Hevpeyvîn li ser malpera “Kedistan” hatiye weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.