• Koçberên Kampa Girê Spî, hewldanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmên wan, şermezar kir û bang li penaberên Sûrî kir ku bi pîlanên mêtingeriyê neyên xapandin.

Koçberên Kampa Girê Spî, hewldanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmên wan, şermezar kir û bang li penaberên Sûrî kir ku bi pîlanên mêtingeriyê neyên xapandin. Wan bang li civata navneteweyî kir da ku vegera bi ewle ya hemû penaberan misoger bike.

Koçberên ji Girê Spî yên li Kampa Koçberên Girê Spî, li meydana wargehê kom bûn û siyasetên dewleta Tirk yên qirkirinê yên bi guhertina demografiya herêmên wan şermezar kir. Rûspiyên kantona Girê Spî, nûnerên Partiya Sûriya Siberojê û koçberên kampê tev li çalakiyê bûn.

Ji koçberan bi navê Salih El-Hecî daxuyanî xwend û pîlana dewleta Tirk a dagirker a bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û guhertina wan herêman, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku ev pîlan berovajî propagandaya dewleta Tirk, aloziya Sûriyê dirêjtir dike û ti çareseriyan peyda nake.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û Komkara Erebî hat kirin ku destwerdanê bikin û vê plana mêhtingeriyê rawestînin, alîkariyê nedin dewleta Tirk: “Armanca vê pîlanê parçekirina Sûriyê û derxistina fitneyê di navbera Sûriyeyiyan de ye.”

Rêxistinê Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di 14`ê Gulanê de, dersînorkirina komeke penaberên Sûrî yên li Tirkiyê bi rêya dergehê Girê Spî yê sînorî û şandina wan ber bi Sûriyê ve, belge kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî dagirkirina kantona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, zêdetirî 100 hezar welatiyên kantonê û gundewarên wê bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji wan 6 hezar û 43 koçber li Kampa Koçberên Girê Spî bi cih dibin, yên din jî li bajarên Reqa û Tebqa û gundewarên wan bi cih dibin û di nav şert û mercên dijwar de dijîn.

ANHA / EYN ÎSA