Berhemên bi navê “Nehatiye dîtin” ên şêwekara wênesaz û rojnamevan Zehra Dogan bi pêşangehekê hatin nîşandan.
Berhem ango wêneyên rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan bi navê “Nehatiye Dîtin” di pêşengehê de nîşanî hunerehezan hat kirin. Pêşengehê îro li Mala Wêjeyê ya Qiraetxaneyê ya Stenbolê dest pê kir û dê pêşangeh mehekê vekirî be.
Seval Dakman û M. Wenda Koyuncu pêşangehê birêve dibin. Di pêşangehê de berhemên ku Dogan di hepsê de çêkirine û rojnivîskên wê cih digirin. Berhem di odeyên bi navê “Mûsallat”, “Hîza” û “Maraz” de hatine nîşandan û hestên cuda xwe di pêşangehê de li mirovan dipêçe.
Seval Dakman û M. Wenda Koyuncu yên rêveberiya pêşangehê dikin, axivîn û bal kişandin ser serketina hunerê Dogan û gotin, her çiqas Dogan bi fizîkî ne di nava wan de be jî lê bi fikr û ramanên xwe li pêşangehê ye. Her du rêveberan malavahiya beşdaran hemûyan kir.
MA/STENBOL