Bi dirûşma “Nefret li emîrê DAIŞ`ê Erdoganê Kîmyewî be” xelkê herêma Firatê doh xwepêşdan li dar xist û êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. NPG´ê pêr dabû zanîn ku 17 gerîla yên din di wan êrişan de şehîd bûne û dîmenên du şehîdan jî weşandin û bikaranîna sîlehên kîmyewî piştrast dike.

Xwepêşandanê bi beşdariya bi hezaran kesên ji herêma Firatê li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve dewam kir. Tê de êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin. Di 

xwepêşandanê de wêneyên her 17 şehîdan hatin hilgirtin.

Li Qada Şehîd Egîd, hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya herêma Firatê, Arif Balî got, “Ji beriya 45 salan ve em li herêma Rojhilata Navîn ku zordest li ser hikum dikin, şerê jiyana bi rûmet didin meşandin. Tişta îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû didin, dubarebûna rêbazên DAIŞ`ê ye.”

Balî diyar kir ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bizane wekî ku dîktator Sedam Huseyn hat bidarvekirin, dê dawiya hemû dîktatoran bidarvekirin be.

Wî her wiha destnîşan kir ku îro bi hezaran kes ji bo azadiyê û piştevaniya gerîla li qadan in û wiha pê de çû: “Wekî gelê herêmê, em bang li her kesê xwedan wijdan dikin da ku êrişên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibîne û li hember gelê herêmê duritiyê neke.”

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk. bi dawî bû.

ANHA/KOBANÊ