Neçû operasyonê kuştin

Sêşem 1 Îlon 2020 - 17:40

  • Cerdevan Hakî Taş ku beriya niha hatibû ragihandin, li Çaldiranê di dema operasyona artêşa Tirk de di şer de hatiye kuştin, eşkere bû ku ji ber nexwestiye biçe operasyonê, bi rengê ku 'qeza bûye' hatiye kuştin.

Cerdevan Hakî Taş ku beriya niha hatibû ragihandin, li navçeya Çaldiran a Wanê di dema operasyona artêşa Tirk de di şer de hatiye kuştin, eşkere bû ku ji ber nexwestiye biçe operasyonê, bi rengê ku 'qeza bûye' hatiye kuştin.
Li gorî şahidan û gundiyan, artêşa Tirk meha derbasbûyî ragihand ku wê li çiyayê Tendurekê operasyon bê kirin û ferman da cerdevanan ku ji bo operasyonê amadekariyan bikin. Leşkerên ku bang li cerdevanên li gundên derdorê kirin, qala 'girîngiya operasyonê' kirin. Lê belê cerdevanê gundê Pira Erdê Hakî Taş ku salên 1990'î di şer de kekê wî hat kuştin, diyar kir ku ew naxwaze tevlî operasyonê bibe. Piştî nîqaşa navbera leşkeran û Hakî Taş, leşkeran ji Taş re gotin, 'Ya tu yê tevlî operasyonê bibe yan jî tu yê dest ji çeka xwe berde'.

Malbat jî bêdeng kirin

Li gorî agahiyan, êvara 16'ê Tebaxa 2020'an li navçeya Çaldiranê bi navê 'Jandarma Ustegmen Harûn Parlak' operasyonek hate lidarxistin. Hakî Taş ku malbata wî bi temamî cerdevan e, neçar ma tevlî operasyonê bibe. Taş beriya bigihêje cihê operasyonê, bû hedefa tundiya leşkeran, diranên Taş jî şikandin. Piştre fîşek berdan ling û zikê Taş û Taş bi vî rengî hate kuştin.
Piştî mirina Hakî Taş operasyon bi dawî bû û kesekî din di operasyonê de birîndar bû jî mir. Cenazeyê Hakî Taş bi lez û bez ji aliyê leşkeran ve li gund hate veşartin. Malbata Hakî Taş ku bi temamî cerdevan e hate hişyarkirin ku agahiyê nede derve.
Li gorî gotinên gundiyan, li herêmê şer neqewimî. Piştî dengê çekan ê 5 deqeyan dewam kir cerdevan Hakî Taş bi 4 fîşekên li bedena wî ketin hat kuştin û bêyî otopsî bê kirin cenazeyê wî hate veşartin. ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.