Neçin festîvala Sûrê!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Cotmeh 2022 - 01:08

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mihrîcana ku dê ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve li navçeya Amedê Sûrê were lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wan got, mihrîcan pêkanîna polîtîkayên qirêj in û hate destnîşan kirin ku helwêsta li dijî mihrîcanê berpirsyariyeke giring e ji bo parastina nirxên gel yên dîrokî û çandî.

 

Polîtîkayên qirêj in

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Şaraderiyên ku hatin desteserkirin bi destê walî û qeymeqaman veguherîn qadên rant û talanê. Festîvala ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve, di navbera 8-16'ê Cotmehê de dê were lidarxistin, bi şirîkatiya qeyûman dê li navçeya Amedê Surê pêk were. Her çiqas yek ji sebebên lidarxistina vê festîvalê, rant û talan be jî helbet sebebên wê yên cûda jî hene. Zêhniyeta ku li rojavayê Tirkiyeyê festîvalan qedexe dike, hewl dide ku li Sûrê bi kêf û coş festîvalekê li dar bixe, ev yek jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku mebesta vê yekê pêkanîna polîtîkayên qirêj e. Li navçeya Sûrê 6 tax di dema berxwedana xwerêveberiyan de hatin hilweşandin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.”

 

Careke din me nekujin

Paşê hat gotin, yên ku taxên sûrê hilweşandine di heman demê de beton rijandine ser cih û warê bîra gel jî û dixwazin bi vî awayî hafizeya gel ya dîrokî û çandî ji holê rakin. Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Ev festîval jî rêbazeke polîtîkayên şerê taybet e ku xizmeta vê armancê dike. Weke ku tê zanîn, Hakan Arslan sala 2015’an li Surê jiyana xwe ji dest da û piştî bi 7 salan hestiyên wî di tûrikêkî de radestî bavê wî hatibûn kirin, bavê Hakan Arslan, Ali Riza Arslan, bang li gele Kurd kir da ku xwedî li nirxên xwe derkevin û got 'Ger gelê me biçe vê festivalê, dê careke din me bikuje.' Ji ber ku şîna kesên li vir jiyana xwe ji dest dane, nîvco maye divê gelê me berpirsiyariya xwe ya exlaqî, wijdanî û civakî bi cih bîne û beşdarî vê festîvalê nebe.”

 

‘Nebin alîgirê sûcê vê zêhniyeta faşîst’

Herî dawî bang li hunermendên ku dê beşdarî festîvalê bibin û ciwanan hat kirin; “Banga me li hunermendên ku dê beşdarî bernameya festîvalê bibin ew e ku beriya beşdarî vê festîvalê bibin, li dîroka Sûrê binihêrin. Hê hêsirên dayikên kesên li wir jiyana xwe ji dest dane, ziwa nebûne. Nebin alîgirê sûcê vê zêhniyeta faşîst a ku hewl dide bi rêya festîvalê avahiyên ku li ser hestiyên ciwanên me hatine avakirin, bide qebûlkirin. Banga me li tevahiya gelê Amedê, saziyên demokratîk, jinan û nexasim li ciwanan e ku beşdarî vê festîvalê nebin.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.