Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo têkildarî pîlanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ji ajansa ANHA’yê re axivî.
Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal bire ser guhertina demografiya Efrînê û got: "Bi dagirkirina kantona Efrînê re di 2018′an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya meşandina siyasetên cuda yên mîna tirsandina xelkê, qetilkirin, revandin, desteserkirina mal û milkan, ferzkirina ola Îslamê li ser şêniyên bi olên din bawer dikin û avakirina mêtingehan, dest bi guhartina demografiyayê kir. Di wê çarçoveyê de xelkê bajarê Efrînê hat koçberkirin û li şûna wan Tirkmen, Ereb û hwd. hatin bihcihkirin. Bi wê re herêma Çiyayê Kurmênc kirin herêmeke ku lê cilên reş tên lixwe kirin, kesên biyanî tê de digerin. Ew kes malbatên çeteyan in yên ku ji Xûta, Dêrazor û herêmên din hatine."
700 kes hatin qetlkirin
Şêxo der barê sûcên ku dagirker li Efrînê pêk tînin jî ev agahî dan:“Di 5 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 700 kes şehîd xistin, di nava wan de zarok, kesên temenmezin û 96 jin hebûn. Binpêkirin li dijî 90 jinan hatin kirin. Bi hezaran xwecihên herêmê hatin revandin, bi sed hezaran darên zeytûnê û yên din ji bo avakirina mêtingehan hatin şewitandin an firotin."
Walî li Efrînê dimîne
Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li dibistanan zimanê tirkî ferz kir, peymangeh û zanîngehên bi zimanê tirkî jî vekirin, lîreyê tirkî ferz dike û al û sembolên Tirkiyeyê hildane.
Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide kantona Efrîna bi Lîwa Skenderûn a dagirkirî ve girê bide û da zanîn ku waliyê Lîwa Skenderûn rojane ji saet 08:00’ê sibehê heta saet 04:00’ê piştî nîvro li Efrînê dimîne.
Dest datînin ser milkê xelkê
Şêxo li gorî hin çavkaniyan ev agahî parve kirin: “Gelek simsarên biyanî erd, mal û milkên xelkê Efrînê bi pereyekî zêde dikirin. Bi dehan rewşên bi vî rengî li gundên Kefer Sefrê û Dêwa yên Cindirêsê çêbûne.”
Îbrahîm destnîşan kir ku bûyerên bi wî rengî zêde bûne û got; “Simsar, ji bo ku avahiyên mêtingeriyê ava bikin û demografiyaya herêm biguherînin xwecihên herêmê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifiroşin.” Li gorî agahiyên ku endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîma Şêxo parve kirine, ji 2020`an bi alîkariya rêxistinên îxwanî yên ji Qeter û Kuwyetê li Efrînê herêmê zêdetirî 25 mêtingeh hatine avakirin. Piraniya wan li Çiyayê Lêlûn û deşta Cindirêsê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN