- Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk, li bajarê Elmanyayê Maînzê mîtîngek li dar xist.
Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk, li bajarê Elmanyayê Maînzê mîtîngek li dar xist. Yekîtiya
Xwendekarên Kurdistanê (YXK) jî piştgirî da çalakiyê.
Di çalakiyê de afîşên li ser wan nivîsandî "Bes e ji faşîzma Tirkiyeyê re", "Mexmûr" û "Şengal" hatin hildan. Li ser navê amadekaran, daxuyaniyek hate dayin û êrişên şeva 1'ê Sibatê yên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojava hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, jinên Kurdistanî van êrişan qebûl nakin û ji hêzên navneteweyî xwestin ku li ber van êrişan rabin.
Her wiha bang li dewleta Elman jî hate kirin da ku peymanên çekan ên bi dewleta Tirk re betal bike. Xwepêşandêran got, "Bi taybetî jinên Kurd li meydanan xwedî li nirxên xwe derdikevin û berxwedanê dewam dikin."
Wan ji dewleta Elman xwest ku helwêsta xwe ya li hemberî êrişan biguherîne û nebe hevparê qirkirinê.
MAINZ