Ne tu yî naxwe kî ye?
Şemî 28 Tebax 2021 - 03:10
Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd helwêsta berdevkê Koalîsyona Navneteweyî, Wayne Maratto ya têkildarî berpirsyariya koalîsyonê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rexne kir.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd doh li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Wek YPG em di şerê li dijî DAIŞ`ê û parastina hêzên li herêmê de, bi ser ketin. Bi hevrûkirina bi Iraq û Efxanistanê re, em serketî bûn û bi berpirsyarî tev geriyan.”
Mehmûd bi twitteke din jî helwêsta berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wayne Maratto rexne kir û got: “Lê belê berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wayne Maratto li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ku endama Koalîsyonê û NATO`yê ye û bi çekên NATO`yê êrişî xebatkar û hemwelatiyên me dike, xwe berpirsyar nabîne û fermandariya artêşa Emerîkayê ya Ewrûpayê û Pentegonê berpirsyar nîşan dide. Gelo kî berpirsyar e?”
NAVENDA NÛÇEYAN