Ne topbaran e komkujî ye

Yekşem 7 Tebax 2022 - 22:36

  • Di van êrişan her cûre çek, ji tank, top, moşek, çekên qedexekirî û balafirên bê mirov ên bi çek bi kar tîne

CÛDÎ SÎPAN / ANHA/ŞEHBA

Ji destpêka dagirkirina Efrînê û koçberkirina xelkê wê ve, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê de 26 kes şehîd bûne û 76 kes jî birîndar bûn.

Di nava bêdengiya navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û Rûsya ya garantora agirbestê de, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û komkujiyên xwe li dijî koçberên Efrînê û xelkê kantona Şehbayê dewam dikin. Di van êrişan her cûre çek, ji tank, top, moşek, çekên qedexekirî û balafirên bê mirov ên bi çek bi kar tîne.

Ji bêhtirî 4 salan ve kantona Şehbayê û gundên Şera û Şêrawayê, bi taybetî derdora kampan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  3 komkujî li dijî penaberên ji Efrînê û xelkê kantona Şehbayê pêk anîn.

Komkujiya yekê 

Hêzên dagirker 2'yê Kanûna 2019'an li dijî koçberên Efrînê yên li Til Rifetê komkujiyek kir. Di encamê de 10 welatî, di nav de 8 zarok şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran jî zarok bû.

Di komkujiyê de ev kesên hanê şehîd bûn:Ebdulfetah Elîko yê 3 salî, Arif Mihemed Cafer ê 6 salî, Mihemed Mihemed Omer ê 7 salî, Îmad Ehmed Kêfo yê 9 salî, Mistefa Mihemed Mecîd ê 10 salî, Hemûdê Mihemed Elî yê 11 salî, Semîr Ebdurehman Hiso yê 12 salî, Mihemed Ebdurehman Hiso yê 15 salî, Elî Mehmûd Osman ê 54 salî û Hisên Ebdullah Guldedo yê 73 salî.

Komkujiya diduyê 

Hêzên dagirker 25'ê Sibata 2020’an êrişî gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa kir. Di encamê de 3 kes ji heman malê şehîd bûn. Dê, bav û keça wan şehîd bûn. 3 nefsên din ên malbatê jî birîndar bûn.

Ev kes şehîd bûn: Hesen Izet Mihemed ê 55 salî, Fatme Ehmed Elî ya 46 salî û Sirûşt Hesen Mihemed a 12 salî.

Komkujiya sisiyê

Di 23'ê Çileyê 2021'ê de ewleta Tirk êrişî Til Rifetê kir. Di encamê de 2 zarok û jinek şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn. 

Kesên şehîd bûn ev in: Macid Yasir Sekran ê 5 salî, Ebdulmuhsin Sekran ê 12 salî û Nazlî Mihemed Mistefa ya 55 salî.

Artêşa Tirk a dagirker di 26’ê Tîrmeha bihurî de bêhtirî 940 topan avêtin derdora navçeya Til Rifetê, gundê Şêx Îs û gundên navçeyên Şera û Şêrawa. Wê zarokeke 17 salî şehîd kir û 5 jin birîndar bûn.

4'ê Tebaxa 2022'yan jî hêzên dagirker bi dronekê navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir,  9 welatî birîndar bûn,  6 zarok ji wan zarok bûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.