Çand û hunerê Kurdî tevî zextan jî hîna bi pêş dikeve. Bingehê xebatên çandî di salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê hat danîn û bû sedem ku di roja me de hem Kurdî di qada civakî de were bikaranîn û hem jî zanebûna neteweyî zêde bibe. Ji şanogerên Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş têkildarî girîngiya şanoyê axivî.

Ozcan Ateş îşaret bi girîngiya xizmeta ji bo çand û hunerê Kurdî kir û got, “Dibe ku em di nava sîstemê de xwedî derfetên baş bin, lê dema mirov di nava gel de bêqîmet be, hingî ti girîngiya karê te jî namîne. Me xwest li vir bimînin û hunerê xwe bi ziman, pîvan û prensîbên xwe bidomînin.”

 

Kurd ji tiştên nû re ne girtî ne

Ateş diyar kir ku dema şanoyê bi Tirkî jî dilîzin, weke naverok xîtabî civakê dikin û anî ziman ku di çîrokên lîstikan de teqez qala rojevên civakî dikin. Ateş ragihand ku weke prensîp, ew lîstikên bi Tirkî nalîzin û got: “Jixwe, em her tim li vir lîstikên Kurdî pêşkêş dikin. Gelê Kurd bi salan e têdikoşe. Ti carî li tiştên nû ne asê û girtî ye.”

 

Me derî li piştgiriyan negirt

Ateş destnîşan kir ku ev 20 sal in bi hevalên xwe re şanogeriyê dike û got, “Em şanogeriya Kurdî dikin û hewl didin ku xwedî li çanda xwe derkevin. Piştî sala 2016’an qeyûm hatin tayînkirin û em ji şaredariyan avêtin; hewl dan koma me belav bikin. Armanca wan ew bû ku berê me bidin qenalên Tirkî. Hin sazî li Ewrûpayê hebûn, piştgirî didan me û ji bo ku em li Ewrûpayê şanoyê pêşkêş bikin, hewl didan derfetan ava bikin. Me xwest em li vir bimînin û çand û hunerê xwe bi ziman, pîvan û prensîpên xwe bidomînin. Me derî li kesên ku xwestin piştgiriyê bidin me, negirt.”

 

Gel karê me bi qîmettir dike

Ateş ragihand ku ev bi salan e ku ew şanoya Kurdî dikin û ji çanda populer dûr in û got, ev tercîheke bi zanebûn e: “Mamosteyekî min hebû, gotibû, heger ez û hevalên me yên mîna Yavûz Akkûzû bikevin bazara Stenbolê, em ê pirr navdar bibana. Heta gotibû, ew ê menajertiya me jî bikira. Me ev yek red kir, ji ber ku bi salan e em vî karî dikin. Hunermend pêşengên gel in. Heger em di pirsgirêkekî mezin yan piçûk de rabin biçin, em ê hunermendiya xwe ji dest bidin. Lewma em ê hewl bidin xwedî li şanoya Kurdî derkevin û wê bi pêş bixin. Dibe ku em îro di nava sîstemê de dixebitin, karekî dikin û xwedî derfetên baş bin, lê dema mirov derket pêşberî gel û ti qîmetê nebîne, ti girîngiya kar jî namîne.”

ANF/AMED