- Li paytexta Fransayê Parîsê, li banliyoya Drancyê, pêşî polêsê Fransî bi ser avahiya Navenda Civaka Demokratîk (NCD) de girt û paşê jî faşîstan êrişê komeleyê kiribû.
Li paytexta Fransayê Parîsê, li banliyoya Drancyê, pêşî polêsê Fransî bi ser avahiya Navenda Civaka Demokratîk (NCD) de girt û paşê jî faşîstan êrişê komeleyê kiribû. Doh Kurdistaniyan û dostên wan hem polês û hem jî faşîstên Tirk protesto kirin.
Polês Fransayê 24´ê Sibatê bi ser NCD´ê de girtibû. Şemiyê jî faşîstên Tirk êrişî komeleyê kiribû. Kurdan faşîst şikandibûn, lê polêsê Fransî êrişî Kurdan kir û 3 kes birîndar kirin.
Li dijî êrişên polês û faşîstên Tirk li ser banga Konseya Demokratîk a Kurdan a li Fransayê (CDK-F) bi sedan Kurdistanî û dostên wan doh hatin cem hev. ew ji ber NCD´ya Drancyê heta bi şaredariya Drancyê meşiyan û sloganên “bimre faşîzm” gotin.
PARÎS