• Ji ber ambargoya li ser herêma Şehbayê mazot êdî nayê peydakirin. Ji ber vê cotkarên kantona Şehbayê enerjiya tavê bi kar tînin û bi rêya wê zeviyên xwe av didin.

XANDÎ ELO / ANHA/ ŞEHBA 

Ji ber ambargoya li ser herêma Şehbayê mazot êdî nayê peydakirin. Ji ber vê cotkarên kantona Şehbayê enerjiya tavê bi kar tînin û bi rêya wê zeviyên xwe av didin.

Hikûmeta Şamê ji 4 salan ve ambargoyeke giran li ser kantona Şehbayê ferz dike, nahêle madeyên sereke bikevin kantonê.

Ji ber ambaroyê jî mazot ji ser kantonê qut bûye. Di encamê de di gelek caran de ziyanên mezin gihiştin çandiniyê û rûbera çandiniyê kêm bûn.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, cotkaran çareseriyên alternatîf dîtin da ku zeviyên xwe av bidin: Ew jî enerjiya tavê ye.

Her bermîl 220 lître ye û nermîlek gihişt milyonek lîreyê Sûrî.

Enerjiya tavê ji enerjiyên paqij e. Ji ber wê jî Komîteya Çandiniyê destek da ku cotkar vê çareseriyê bi kar bînin.

Yek lewheya enerjiya rojê 540 wattan bi 330 dolarê amerîkî ye. Pêwîstiya motorekî bi hêza 50 hespî, bi 90 lewheyên tavê heye. Bi vê yekê lêçûnên dayîna van tabloyan digihêje nêzî 30 hezar dolarî. Lê ev lêçûn tenê ji bo yek carê ye û ev jî çareseriya alternatîf cûda dike.Ji par ve hejmara cotkarên ku ji bo avdanê enerjiya rojê bi kar tînîn bû 20.