- Şahidên bûyerê û hevşaredarê hilbijartî yê Êlihê didin zanîn ku sedema kujeriya felaketa lehiyê ne baran, lê siyaseta şaş û nekirina xizmetê ya qeyûm bûye.
MEDÎNE MAMEDOGLU / ÊLIH
Piştî rabûna lehiyê li Êlihê û pê re mirina 4 kesan ji heman malbatê, li bajêr wiha li sedan mal û dikanan hat ku êdî nikaribin bên bikaranîn. Xelkê taxa lehî lê rabû, bi derfetên xwe xanî û dikanên xwe paqij dikin û ji ber pirsgirêkên daimî yên binesaziyê yên li taxê jî dibêjin, ew tenê hatine hiştin û sersebebê felaketê jî qeyûmê dewleta Tirk e.
Taviyên baranê 20 Mijdarê Êlih dan ber xwe û piştre jî lehî rabû û avê da ser gelek taxan. Li taxa Sehîdan (Seyitler) piştî taviyên baranê, kanala li taxê bi ser ve çû û avê da ser gelek mal û dikanan. Di encama lehiyê Lalihan Guner a 54 salî û neviyên wê Asenat a yek salî, Îsrafîl ê 5 salî û Bîrgul Guner a 9 salî mirin. Gava lehî rabû, ew li mala xwe ya li kolana 3062’yê bûn.
Em piştî lehiyê çûn taxên Hurriyet û Sehîdan, û bi mexdûran re peyivîn. Li van taxan ne walîtî û ne jî şaredarî ti xizmetê nakin û karê hewarê jî nekirine. Welatî bi derfetên xwe malên xwe paqij dikin; tiştên navmalê yên xisar li wan bûye jî, bi qasî mumkin e xilas dikin. Malên li taxa Sehîdan ên ku ketin ber ava lehiyê, nêzî kanalê bûn. Li taxa Hurriyetê jî xaniyên avê da ser wan, li biniya devera heşînahî bûn,ya ku qeyûm cihê wê diyar kiribû. Ji ber nebûna xizmetê yan jî xizmeta kêm ava ji ber taviyên baranê nekarî biherike kanalan û nekarî bikeve kanalîzasyonê jî û da ser mal û dikanan. Welatiyan jî neçar bi tena serê xwe mal û baxçeyên xwe paqij kirin.
Hewl didan zarokan rizgar bikin
Dê û biraziyên Mesût Guner di felaketa lehiyê de mirin. Mesût Guner da zanîn ku ew li heman malê diman û biraziyên wî gava lehî rabû, di xew de bûne: “Heta em derketin derve, avê dabû ser mala me. Zarokên min di destê min de bûn. Min ew bi zorê derxistin derve. Dê û bavê min jî hewl dan zarokên din xilas bikin. Lê lehiyê dayika min û sê biraziyên min li ber xwe birin. Piştî bi saetan me karî cenazeyên wan bibînin.” Mesût Guner da zanîn ku hevjîna wî û du zarokên wî jî li beşa dermankirina teybet de tên dermankirin û got: “Heger ji nexweşxaneyê derkevin, devereke em lê bisitirin jî nîne.”
Her carê heman tişt diqewime
Bilal Aydin ji heman taxê ye û bi hewara malbata Guner re çûbû. Wî got, her cara baran xweş dike, heman pirsgirêk derdikevin holê: “Rayedar piştî bi saetan hatin taxê. Gava hatin jî ti tişt nekirin. Demeke dirêj ti ekîpman neanîn. Hîna nû hêdî hêdî li taxê dest bi kar kirin.”
Ji xizmên malbata Guner, Alîcan Guner jî da zanîn ku wan hewara xwe gihande AFAD´ê lê kes nehatiye bi hewara wan ve. Alîcan Guner got, polêsan bi hinceta wê cilên wan qirêj bibin, alîkariya hewarê nekiriye, û ji bajarên din xelk ji AFAD´ê zûtir gihîşt taxê: “Gava ekîp hatin, her tişt qewimîbû. Li ber çavên wan cenazeyên me bi ser avê ketin. Ti kes nehat bi hewarê ve, xelkê bi xwe xwe ji mirinê xilas kir. Heger hewar zû bihatana, belkî jî ev zarok hîna sax bûna. Em wê şevê ji Sêrtê hatin, lê rayedar piştî me hatin.”
Qeyûm ava TOKI´yê dirijîne wê taxê
Ji roja pêşî ve hevşaredarê hilbijartî Mehmet Demir li taxê ye û çûye hewarê. Dewleta Tirk li şûna wî qeyûm wezîfedar kiriye. Mehmet Demir behsa rola siyaseta qeyûm di felaketa lehiyê de wiha rave kir: “Çemê Savaro, li cihekî pirr ji lehiyê re guncaw e. Tevahiya avên li TOKI´yên li Yenîşehîrê dirijînin vî çemî. Qeyûmê li bajêr wezîfedarkirî, gava li vir menfeze çêkirine, şaş çêkirine. Menfeze diviyabû servekiriba û di bin xaniyan re ba, lê li hin cihan heta bi qata yekê ya xaniyan bilind dibe. Ji ber ku menfez venekirî bû, nehişt ku av biherike kanalê û kanalîzasyonê. Piştî wextekî ava gewimî bendan diteqîne. Pêre jî avê daye ser taxên din jî. Gava meteorolojiyê hişyar kir, diviyabû mezxel û derabeyên kanalîzasyonan û li ber menfezê bihatana paqijkirin, ev jî nehatiye kirin.”