Ne Helen Hardin lê Tsa-Sah-Wee-Eh

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Mijdar 2020 - 22:55

Tsa-Sah-Wee-Eh yan jî bi navê fermî Helen Hardin weke jina di navbera du çandan de jî dihat binavkirin. Ew bi ciwanî hîna 41 salî bû sala 1984´an wefat dike. Li New Mexico ya DYE´yê hatibû dinê û wê timî da dûv kokên xwe yên xwecihên Emerîkayê.

Navê wê yê bi zimanê xwecihên Tewa, Tsa-sah-wee-eh bû; maneya wê jî “darçama piçûk a li ser xwe” ye. Ew darçama piçûk bû yek ji muhimtirîn şêwekarên xwecihî yên Emerîkayê. Berhemên hîna wê 18 sal nekiribûn jî di 17 kovarên cihê yên huner de hatin weşandin. Wê hingê ji mêj berhemên xwe difirotin û beşdarî projeyeke hunerê xwecihan jî bûbû.

Ew weke katolîkekê hatibû mezinkirin, lê bi mîrasa xwe ya xwecihî jî baş dizanî. Wê berhemên xwe yên hunera modern bi wî rengî afirandin da ku, bi gotinên wê, “manewiyata” wê îfade bikin. Berhemên wê ku weke nîv mucered tên qebûlkirin, sembolên geometrîk ên xwecihên Emerîkayê û motîfên wan dihewînin, yên weke simbil û serekên eşîrên xwecihî lêgerîna li nasnameyê hem hunerê wê hem jî awayê çêkirina hunerê wê diyar kiribû. Ji ber wê wê berhemên xwe bi navê Tsa-Sah-Wee-Eh mohr dikirin.

Rêzeberhemeke wê ya li ser guhertina jinan, jinên hekîm û guhdarîkirina li jinan bû. Karê wê yê herî dawî Jina hilberîner jî wê bibûya rêzeberhemekê, lê beriya ev rêze berhem temam bibe, ew sala 1984´an li New Mexico wefat dike.

Di vê berhema wê de mirov du serekên eşîrên xwecihî bi rengê herî darîçav ê xwecihên Emerîkî yanî rengên zer û sor dibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.