• Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl got: "Rejîm çareseriyê naxwaze, Rûsya li berjewendiya xwe digere û Tirkiyê dixwaze rêveberiyê têk bibe.

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şirove kir û got: "Niha bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye."
Xelîl bersiv da pirsên ANHA'yê û got: "Rejîm çareseriyê naxwaze, Rûsya li berjewendiya xwe digere û Tirkiyê dixwaze rêveberiyê têk bibe. Diyalog bingeha çareseriya krîza Sûriyê ye, lê hikumeta Sûriyê ti pêngavên ciddî navêje û çareseriyê naxwaze. Di demekê de ku hukumeta Sûriyê hewl dide fîtneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biafirîne û pêkhateyan li ber hev rake, Tirkiye sîxurên xwe li herêmê belav dike, torên civakî ji bo jihevkirina pêkhateyan û derblêdana destkeftiyan bi kar tîne.
Beriya her tiştî, saziyên heyî û destkeftiyên ku di encama qurbaniya bi hezaran şehîdî û şêniyên herêmê de bi dest ketine, tevî hin kêmasî û çewtiyan jî, heke parastina van destkeftiyan nekin dê bandoreke neyênî li ser civakê bi giştî bike û bê wê re jî dê rê li pêş pêşdeçûna DAIŞ’ê, rejîm û ajanan li herêmê vebe. Lê parastina van destkeftiyan barê tevahiyan e û çareserî di projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş, biratiya gelan, azadî û fikra demokratiyê de ye. Divê tevahî bizanibin ku şoreş berdewam e û hê bi dawî nebûye. Hê jî em di merheleyên destpêkê yên şoreşê de ne, hin astengiyên dijwar li pêşberî me hene. Her wiha divê em bizanin ku her tişt ne li gorî xwesteka me ye û ji her tiştî re amade bin. Divê ji xwe re xeyalên dûrî rastiyê nenexişînin. Em li Sûriyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Rojava pêkhate, netewe û gelên cuda ne, divê bi hev re parastina van destkeftiyan bikin, astên têkolîn û berxwedanê bilind bikin ku bigihînin Sûriyeke demokratîk ku mafên gelê xwe biparêzin."
NAVENDA NÛÇEYAN