- Rêbiwar bi çavê kolberekî, belkî bi dilê kolberekî li berfê nihêriye û xêz kiriye, rengandiye.
Hunermendê ciwan Rêbiwar Perwîzî gava hunerê xwe dike, xwe dûrî rojeva çandî, civakî û siyasî ya miletê Kurd nake. Em dibînin ew portreyê Selahettîn Demirtaş çêdike ji bo piştgiriyê, yan jî portreyê şehîd Hozan Serhad ji bo wî bi bîr bîne. Dayikek Kurd yan jî Kolberekî Kurd jî mirov dibîne di nava nîgarkêşiya wî de. Belkî kêfa zarokan ji berfê re bê, lê Rêbiwar bi çavê kolberekî, belkî bi dilê kolberekî li berfê nihêriye û xêz kiriye, rengandiye. Wî ev tesewira bi renagan a kolberê di berfê de bi nivîsa “Kolber ji berfê hez nake” li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN