ENES MIHEMED / ANHA / REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 12`ê Tîrmehê Navenda Onkolojiyê li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê vekir. Ev cara yekemîn e navendeke bi vî rengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê vekirin. Li navendê 24 kadroyên tenduristiyê kar dikin. Kadroyên vê navendê hewl didin barên dermankirinê li ser nexweşan û malbatên wan sivik bikin û dermanan bê pere bidin wan.

Li gorî berpisa Navenda Onkolojiyê Ahîn Mihemed, ji dema ku navend hatiye vekirin, zêdetirî 130 nexweşên ji seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serlêdan kiriye.

Li navendê teşxîskirina nexweşiyê, kontrol, test û derman bê pere tên pêşkêşkirin. Di navendê de nivîsgeha koordînekirinê ji bo dermankirinê bi komele û rêxistinên mirovî re dikeve peywendiyê. Li gorî berpirsa navendê 8 cureyên dermanên kîmyewî; Methotrexate, Cislin, Cytarabine, Romacin, Etoposide û hinekên din tên pêşkêşkirin û hewl tê dayîn ku hin cureyên din jî peyda bikin. Ahîn Mihemed da zanîn ku wan heta niha dermanên kîmyewî dane 8 nexweşên pençeşêrê yên ji bajarên Reqa, Minbic û Dêrazorê.

Barê me sivik dibe

Hind Mihemed (50) ku ji sala 2018`an de bi nexweşiya penceşêrê ketiye, ji bo dermankirinê diçû bajarê Hemayê. Hind ji ber zehmetî û lêçûnên zêde yên rêwîtiyê gelek zehmetî dikişandin, lê belê niha berê xwe daye Navenda Onkolojiyê ya li Reqayê û dibêje: “Beşa Onkolojiyê wê barê min sivik bike û ez ê bê pere werim dermankirin.”

Ebdulkafî El Ehmed (80) ê ji gundê Meyselûm ê Reqayê jî anî ziman ku bi vekirina navendê re ew ji zehmetiyên rêwîtiya ber bi Şamê ve xilas bûye û êdî li Reqayê bê pere tê dermankirin.

Navend ji bilî roja înê hemû rojan vekirî ye. Bijîşkê onkolojiyê ji yekşem heta pêncşemê li ser kar e, roja şemiyê jî tenê test ji nexweşxan re tên çêkirin û navên wan tên qeydkirin.