Navê kujerê Zîlanê li kolanê kirin
Duşem 13 Adar 2023 - 16:34
Qeymeqamê li Erdîşê Nûrî Mehmetbeyoglû ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve weke qeyûm li ser Şaredariya Erdîşê ya HDP'î hate danîn, navê yek ji kujerên milîs ê xwecihî Suleyman Erdînç ku di Qirkirina Zîlanê ya 1930'î de cih girt, li kolana herî qelebalix a navçeya Erdîşê kir.
Dewleta Tirk sala 1930'î li Geliyê Zîlanê û derdora wê komkujî kir û zêdeyî 50 hezar mirov qetil kir. Wê demê milîsên alîgirê dewletê yên li Erdîşê di komkujiyê de bi roleke sereke rabûn. Ji van milîsan ên sereke jî Îdrîs û Suleyman Erdînç bûn ku birayê hev bûn. Ji ber rola ku di komkujiyê de lîstin, mal û zeviyên mirovên li Erdîşê hatin qetilkirin, dane wan. Her wiha Serokatiya Şaredariya Erdîşê jî dane vê malbatê.
Komkujiya Zîlanê dewam dike
Nivîskar û civaknasê ji Erdîşê Îkram Îşler diyar kir ku lêkirina navê yek ji kujerên Zîlanê Suleyman Erdînç li kolaneke li Erdîşê, tê wê wateyê ku dewlet xwedî li kujerên Kurdan derdikeve. Îşler destnîşan kir ku dewlet divê ji ber komkujiyên ku wê demê kir ji neteweya Kurd lêborînê bixwaze û got, "Dewletê navê yek ji kujerên wê demê li kolanekê kir ku ev yek tê wateya; pêvajoya Zîlanê hîn jî dewam dike û dewlet hîn jî pesnê kujerên xwe dide."
Dibêjin em ê we hîn jî bikujin
Îşler diyar kir ku dewleta Tirk van kesan hîn jî weke qehreman ji xwe re dibîne û destnîşan kir ku ji aliyê gelê Kurd jî ev kes weke xayinên miletê xwe, weke kujeran têne naskirin. Îşler got, "Li şûna ku Suleyman Erdînç mîna xayinên din hemûyan li nava dîrokê bêne windakirin, lêkirina navê wî li kolanekê û bi vî rengî birûmetkirina wî, di dilê gelê me de bû birînek. Em ji vê yekê fêhm dikin ku dewletê ev pêvajo ji bîr nekiriye, berevajî; dixwaze van komkujiyan dewam bike. Di vir de wate û helwesteke din jî ew e ku dewlet û milet hîn jî bi heman zimanî neaxivin. Cihê metirsiyê ye ku tê dîtin, di nava 93 salan de tiştek neguheriye. Ev helwest û peyama ku di maça futbolê ya Bûrsaspor-Amedsporê de bi nîşandana wêneyê kujer 'Yeşîl' û Toros a Spî hate dayin, têne heman wateyê. Dixwaze bibêje 'em ê hîn jî we bikujin'."
ANF/WAN